HRANA: Di êrişên Îsraîl-DYE'yê de 12 kes hatin kuştin

  • 14:41 16 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - HRANA'yê ragihand ku di êrişên 24 saetên dawî yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îsraîlê de li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê 11 kes hatin kuştin, 22 jî birîndar bûn.
 
Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) bîlançoya êrişên 24 saetên dawî yên DYE û Îsraîlê yên li ser Îranê û Rojhilatê Kurdistanê eşkere kir.
 
HRANA ragihand ku di nava 24 saetên borî de Îsraîl û Amerîkayê li ser 16 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê 454 êriş pêkaniye ku 28 baregehên leşkerî, baregehên Supayê Pasdaran, navendên hêza Besîc, balafirgehên leşkerî, navendên polîsan, bîrên neftê û qadên enerjiya atomî yên Îranê bûn.
 
Li gorî rapora HRANA di encama êrişên 24 saetên borî de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 11 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û 22 welatî jî birîndar bûne. HRANA ragihand ku piraniya êrişan li ser bajarên Tehran, Sine, Îsfehan, Fars, Bendel Eba, Erak, Hemedan, Tewrêz û Ehwaz hatine pêkanîn.
 
HRANA'yê ragihand ku ji destpêka êrişên Îsraîl û DYE'yê li ser Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve hezar û 330 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane ku ji vane 206 zarok bûn.