Baran û taloqkirinê pêşî Mîdyadê negirt
- 17:29 22 Adar 2026
- Rojane
MÊRDÎN - Li Midyadê, tevî biryara taloqkirinê ya komîteya amadekar jî, bi hezaran kes bêyî guh bidin baranê bi coşeke mezin Newrozê pîroz kirin.
Pîrozbahiya Newrozê li navçeya Midyadê ya Mêrdînê bi dirûşmeya "Newroza Azadî û Demokrasiyê / Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk" hat lidarxistin. Tevî barana zêde ya ku ji sibehê ve bandor li navçeyê kir jî, welatiyan dest bi hatina qada Newrozê kirin. Bi cilên neteweyî û herêmî, li ber stranên ku wan bi xwe got govend gerandin û dirûşmeyên wekî "Bijî Serok Apo" û "Bijî Newroz" berz kirin. Lêbelê, ji ber ku baran zêde bû, Komîteya Amadekar biryar da ku pîrozbahiya Newrozê taloq bike. Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrdînê Nîlûfer Elîk Yilmaz derket ser dikê û ragihand ku pîrozbahiya Newrozê li navçeya Midyadê ji bo demeke pêş hatiye taloqkirin.
Piştî biryara komîteya amadekar, komek welatî diyar kirin ku ew ê Newrozê pîroz bikin û agirê Newrozê vêxistin. Bi vêxistina agirê Newrozê re welatî li dora agir govend gerandin. PIştî hunermendên hatin qadê jî amadekariyên xwe temam kirin û bi welatiyan re Newrozê pîroz kirin. Piştî demekê bi hezaran kes hatin qadê.
Welatiyan li ber stranan Newrozê bi coş pîroz kirin. Di dema pîrozbahiyê de tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Yek e yek e yek e, gele Kurd yek e” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin û sirûdên Çerxa Şoreşê û Hernepeş hatin gotin.
Pîrozbahî li ber stranên hunermendê ribabê û bi govendgerandinê bi dawî bû.







