Newroza Milazgirê: Em dixwazin Abdullah Ocalan di Newrozê de bibînin
- 13:43 26 Adar 2026
- Rojane
MÛŞ - Parlamentera DEM Partiyê Sümeyye Boz di pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Milazgirê de axivî û daxwaza azadiya rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, "Gelê Kurd dixwaze rêberê xwe li kêleka xwe bibîne. Ev bang di hemû pîrozbahiyên Cejna Newrozê de hat bihîstin."
Newroz li Meydana Qesabê Kevn a navçeya Milazgira Mûşê bi dirûşma "Azadî û Demokrasî" hat pîrozkirin. Bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiyên Cejna Newrozê bûn û gelek caran dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî Serok Apo" berz kirin, di heman demê de girseyê bi coş govenda Kurdî gerand.
Hevşaredarê Milazgirê Ahmet Kaman Turker diyar kir ku gel qadên pîrozbahiyên Cejna Newrozê bi hesreta azadiyê tijî kirine û hêviya xwe anî ziman ku şer û pevçûnên li herêmê çareser bibin.
'Bê guman serkeftin dê ya gelê Kurd be'
Parlamentera Mûşê Sûmeye Boz jî diyar kir ku agirê newrozê li her derê ji bo aştiyê hatiye pêxistin û got, "Ji newrozê Malazgirê bigire heta newroza Enqerê, her kesê ku aştî û azadiyê diparêze, banga Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan hembêz kiriye. Li dijî kesên ku li çend bajaran ji bo azadiyê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd û ji bo azadiya girtiyên siyasî agirê Newrozê pêxistine, lêpirsîn hatine destpêkirin. Kesên ku dema di tengasiyê de ne, dema ku siyaseta wan asê maye ji bo çareseriyan diçin Îmraliyê, divê dilsozî û ciddiyeta xwe nîşan bidin. Ji bo vê yekê, divê mafê hêviyê were bicîhanîn."
Piştî axaftinan bi dirûşma "Bijî Serok Apo" Agirê Newrozê hat pêxitin. Girseyê li dora agir govend gerand û çalakî bi stranan bi dawî bû.







