Dayikên Aştiyê kevok firandin
- 15:59 2 Nîsan 2026
- Rojane
AMED - Dayikên Aştiyê di çarçoveya pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê de li Pira Dehderî kevok firandin.
Dayikên Aştiyê li ser Pira Dehderî ya li Sûra Amedê ji bo bîranîna rojbûna 77’emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kevok firandin. Berî firandina kevokan, Dayikên Aştiyê gelek caran dirûşmên "Rojbûna te pîroz be, Rêber Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî Serok Apo" berz kirin.
Piştre Dayikên Aştiyê bi lêdana def û zurnayê re govend girtin
Piştî firandina kevokan, dayikan daxwazên xwe ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, azadkirina girtiyên siyasî, bicîhanîna qanûnek nû û hatina aştiyê anîn ziman.
Dayikên pîrozbahî bi çepik û tilîliyan bi dawî kirin.







