Li Farqînê şahiya Şahiya Serhivdeyê

  • 19:45 28 Adar 2026
  • Ekolojî
AMED - Şahiya Serhivdeyê ku li navçeya Farqînê ya Amedê tê lidarxistin, di roja duyemîn de bi bernameya dîwana dengbêjan berdewam kir.
 
Li gundê Emerka yê bi ser navçeya Farqîna Amedê ve Şahiya Serhivde (Şahiya Mirazan) hate lidarxistin. Şahiya îsal ji aliyê Şaredariya Farqînê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hate lidarxistin. Hevşaredar, endam û rêveberên partiyên siyasî û nûnerên saziyên sivîl ên civakî di nav de bi sedan welatî tev li şahiyê bûn.
 
Dîwana dengbêjan
 
Di bernameya şahiyê ya îro de dengbêjan kilam gotin û her wiha qesîde jî hatin gotin. Ev şahî her sal sê rojan berdewam dike. Şahî dê sibê bi bernameyên cuda bi dawî bibe.