Ayşegul Dogan:Divê em ji bo aştiyê rêxistibûnê xurt bikin
- 18:22 28 Adar 2026
- Rojane
AMED - Hevberdevka DEM Partiyê di panela “Jin têkildarî aştiyê diaxivin” axivî û da zanîn ku ji bo aştiyê divê jin rêxistinbûna xwe xurt bikin û got: “Divê em xwedî li pêvajoyê derkevin, ji paşerojê dersan derbixin.”
Enstîtuya Pêşvebirinê ya Demokratîk (DPI), Komeleya Jinên Karsaz a Rojhilat û Başûrrojhilat (DOGUNKAD), Meclisa Jinên Karsaz a Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê û Lijneya Jinan Karsaz a Yekîtiya Borsayan û Odeyan a Tirkiyeyê bi serenavê “Jin têkildarî aştiyê diaxivin” li oteleke navçeya Bajarê Nû ya Amedê panelek li dar xistin. Parlamenterên partiyên siyasî, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak, Hevşaredarên Navçeyên Amedê, nûnerên komeleyên jinan û gelek jin tev li panelê bûn. Di panelê de giringiya jinan a di pêvajoya aştiyê de hate nîqaş kirin û jinan pêşniyarên xwe yên ji bo aştiyê parve kirin.
‘Bihêzbûna jin a dê beşdariyê li aştiya civakî bike’
Di destpêka panelê de Endama Lijneya Rêveberiya DTSOyê Seda Yilmaz Berekatoglû axivî û bal kişand ser rola jinan a di pêvajoyên aştiyê de û diyar kir ku ev yek yek ji hêmanên herî girîng ên geşepêdana civakî ye. Seda Yilmaz Berekatoglû wiha got: “Ev hevdîtina watedar a li Amedê hat lidarxistin, careke din nîşan dide ku jin ne tenê di jiyana civakî de, di siyaset û aboriyê de jî aktorên çiqas diyarker in. Parvekirina azmûnên welatên cuda yên di civînê de dê xizmeteke mezin ji bo xebatên herêmî bike. Bi taybetî mînaka Îrlandaya Bakur, rola avaker a jinan di pêvajoyên aştiyê de bi rengekî berbiçav tîne ber çavan. Bihêzbûna jinan dê beşdariyê li aştiya civakî bike.”
‘Aştî, bi diyalogê û bi lihevkirina civakî tê avakirin’
Seroka DOGUNKADê Ozlem Kulahcî Tanaman jî diyar kir ku ew ji bo axaftina li ser mijara herî girîng a Tirkiyeyê hatine cem hev û got: “Divê ev welat êdî ne şer, lê aştiyê biaxive. Şerên ku bi salane didomin tenê bi pêvajoyên diyalog û muzakereyê re bi dawî bûn. Li tu derê aştî tenê bi rêbazên leşkerî nehatiye avakirin. Aştî, bi diyalogê, bi têgihiştina hevdû û bi lihevkirina civakî hatiye avakirin.”
‘Aştî berpirsyariyeke dîrokî ye’
Pişt re Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak ev tişt gotin: “Hevdîtineke pir biqîmet û girîng e. Ji bo me hem di asta şaredariyan de hem jî di asta bajaran de berpirsiyariyeke dîrokî ye ku em berdewamiya vê hevdîtinê peyda bikin. Divê em bi vê zanebûnê tevbigerin. Jinan di demên herî dijwar û tarî yên şer de jî karîn rêya aştiyê vekin û vê xeta aştiyê ji rojava heta rojhilatê Tirkiyeyê ava bikin.”
Piştî axaftinan fîlma “Ji dînazoran re bêjin bi xatirê we (Wave Goodbye To Dinosaurs)” bi awayekî ji çapemeniyê re girtî hate nîşandan.
Di berdewama panelê de, Endama Damezrîner a Koalîsyona Jinan a Îrlandaya Bakur Jane Morrice li ser mijara “Di çareserkirina nakokiyan de rola jinan: Tecrubeya Koalîsyona Jinan a Îrlandaya Bakur” û Rojnameger û Pispora Civaka Sivîl Emma DeSouza jî li ser mijara “Di ezmûna Îrlandayê de rola civaka sivîl” nirxandinên xwe parve kirin.
‘Jin dikarin di aştiya Rojhilata Navîn de roleke girîng bilîzin’
Jane Morrice anî ziman ku ew aştiyê diparêzin û li dijî tundiya siyasî ne û ev tişt gotin: “Lê mixabin tundiya siyasî hîn jî didome û lihevkirin hîn ji me gelekî dûr e. Di gava ku siyasetmedar bi giştî li ser berjewendiyên xwe hûr dibin de, em ji bo her kesî wekheviyeke tam diparêzin. Di parlamentoyeke hilbijartî de şerê peyvan ji tundiya li kolanan gelekî biqîmettire. Her wiha min pergala hevserokatiyê ya ku li vir tê meşandin min nû zanî û ez we pîroz dikim; divê ev modela girîng hîn zêdetir were ragihandin. Ez bawer dikim ku jin dikarin di aştiya Rojhilata Navîn de jî roleke diyarker bilîzin.”
‘Me ji nû ve nasnameya xwe nas kir’
Piştre Emma DeSouza diyar kir ku li Îrlandayê aştiyê ji bo wan wekî xeyalekê xuya dikir û got: “Berê pergaleke me ya siyasî ya parçekirî hebû lê niha ev parçebûn nemaye. Ez demokrateke civakî me, tu carî nikarim xwe wekî ‘neteweperwer’ bidim naskirin. Bi saya ‘Peymana Înî ya Pîroz’ me fersenda naskirina nasnameya xwe ya ji nû ve dît. Ez dixwazim vê yekê bi bîr bixînim: Di rewşa siyasî ya herî dijwar de jî welatiyek dikare li ser pergalê bandorekê bike û wê biguherîne. Dibe ku hûn bi zextan re rûbirû bimînin, lê hûn dikarin di navbera têkoşînên herêmî de girêdanan ava bikin. Ez ê derbarê qeyumên ku ji aliyê dewletê ve hatine wezîfedar kirin de biaxivim: Demokrasiya herêmî, bingeha aboriyeke stabîl pêk tîne. Entegrasyona civakî bi awayekî teqez di nav entegrasyona aborî re derbas dibe.”
Dû re panel bi pirs û bersivan berdewam kir. Dû re rûniştina bi sernavê “Li Tirkiyeyê di siyaset û pêvajoyên aştiyê de rola jinan: Nêrîna jinên siyasetmedar” dest pê kir. Endama MKYKğ ya AKPê Zeynep Alkiş, Endama Meclîsa Partiyê ya CHPê Emîne Ûçak Erdogan û Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan axaftinên xwe kirin. Moderatoriya panelê ji aliyê Seroka Meclîsa Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Nevin Îl ve hat kirin.
‘Em bihêvîne dê pêvajo bi erênî bidome’
Seroka Meclîsa DTSOyê Nevîn Îl destnîşan kir ku wekî rêxistinên sivîl ên civakî ji bo tevlîkirina meclisên jinan di vê pêvajoyê de bûn piştgirê her pêngav û her hewldanekê û got: “Pirsgirêka maf û azadiyên mirovan, wekî daxwazekê her tim li ser maseyê ma. Pirsgirêka ziman û nasnameyê di dirêjahiya sedsalekê de bi domdarî hat bilêvkirin û qet jê nehat destberdan. Bi tevlîkirina serdema rawestanê jî, nêzîkî 50 salan pêvajoyeke şer a bênavber hat jiyîn. Em piştgirê vê pêvajoya ku ji nû ve dest pê kiriye ne û em piştgiriya vê pêvajoyê dikin. Em bi hêvî ne em ê bibin şahidê ku pêvajo dê erênî berdewam bike, pevçûn dê veguherin aştiyê û maf û azadiyên mirovan dê di asta destûra bingehîn de werin mîsogerkirin.”
‘Ez vê civînê pir girîng dibînim’
Pişt re Endama Meclisa Partiyê ya CHPê Emîne Ûçak Erdogan anî ziman ku bawer dike ku divê bidestxistina mafên Kurdan bi serweriya hiqûqê, bi wekheviya dewletê û paşê bi têkoşîna hevpar a her kesî, bêyî ku serî li rêyên hêsan bê xistin, pêk were û ev tişt gotin: “Ez van tiştan ne ji ber ku di CHPê de me dibêjim. Ji ber ku ew tiştê ku em jê re dibêjin aştî, bi rastî ne bi tenê bi başbûna beşekê pêk tê. Em hemû, bi awayên cihêreng, birînên wê pêvajoya bi pevçûn û ew barîkatên ku li naverasta jiyana me hatine danîn, dijîn. Lê belê, nabe ku em mijara demokratîkbûn û ewlekariyê, yan jî bêdengbûna çekan wekî cewherê hemû pirsgirêka qebûl bikin; ez difikirim ku divê em teslîmî vê nêzîkatiyê nebin. Ji ber vê sedemê jî ez vê civînê pir girîng dibînim. Divê em aştiya civakî ava bikin, lê ji aliyekî din ve jî divê her kes bi dengekî bilindtir destnîşan bike ku li Tirkiyeyê ev pêkanînên dewleta hiqûqê ya dualî ne aştiya civakî ne jî asayîbûnê pêk tîne.”
‘Zimanê aştiyê dikare herkesê hembêz bike’
Endama MKYK ya AKPê Zeynep Alkiş jî di axaftina xwe de anî ziman ku mijara aştiyê bi rastî qedirbilind e ku divê mirov di nav pembûyan de bipêçe. Zeynep Alkiş berdewama axaftina xwe de diyar kir ku di pêvajoya aştiyê de, mixabin beriya aştiyê hertim şerek hebû û ev şer bandoreke giran li jinan dikin û wiha got: “Kirdeya aştiyê jî jin in. Di vî warî de, ez jinan li derekê wekî bîra aştiyê jî dibînim. Aştî bi piranî wekî encameke siyasî tê pênasekirin. Tenê wekî encamekê tê dîtin ku siyasetmedar di nav de ne. Wekî mînak; bêdengbûna çekan, bidawîbûna pevçûnên aliyan, lihevkirina aliyan. Lê îro ez aştiyê ne wekî encamekê dibînim û ne jî wekî pêvajoyekê. Ez ji xaleke kûrtir li aştiyê dinerim. Zimanê aştiyê bi rastî dikare herkesê hembêz bike, bi taybetî jinan zêdetir hembêz dike.”
‘Em jin dikarin bi rengekî xurt têbikoşin’
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî wiha axivî: “Divê em bibêjin şensê me yê serneketinê nîn e. Em nikarin vê yekê tenê ji aliyên siyasî, partiyan, desthilatdariyê, mûxalefeta sereke û DEM Partiyê re bihêlin, gelî hevalan. Pêwîst e civak pêşengiya vê bike. Pêwîst e xwe berpirsyar hîs bike. Her welatî divê ji bo bidawîbûna vî şerî xwe berpirsyar hîs bike û herî zêde jî divê jin wisa hîs bikin. Ev yek eşkere ye ku Kurd êdî hem li Tirkiyeyê hem jî li Rojhilata Navîn kirdeyeke demokratîk a diyarker in. Kesê ku Kurdan nabîne, bêyî Kurdan hesab dike, ti şensê wî yê serketinê nîne. Yanî ev yek naşibe salên 90î. Bi rastî êdî kes nikare bibêje ‘Kurd tune ne, kart kurt in’ Kurd nikarin bên înkarkirin. Niha eger em bi vê rastiyê re rû bi rû nemînin; zarokên vê erdnîgariyê, welatî û hemwelatiyên vî welatî, îro dixwazin ji çiyê çekên xwe deynin û ji bo çareseriyeke demokratîk, aştiyeke bi rûmet werin, gelo em çi û çima didin sekinandin? Gelo hûn difikirin ku Tirkiye xwediyê wê luksê ye ku vê şensê, vê derfetê ji dest bide? Di meseleyeke ku ew qasî têkiliyê bi jiyana me hemûyan re dike de, çima em vê kêliya şikestinê ya dîrokî mayînde nakin? Em ê çawa bikaribin vê yekê li gorî hesabên rojane yên siyasetê an planên din taloq bikin? Em nikarin taloq bikin. Ji ber vê yekê ez difikirim ku em di qonaxeke gelekî girîng de ne. Ev kêlî gelekî qîmetdar e, gelekî hêja ye. Di encamê de aştiya îdeal nîne, gelî hevalan, têkoşîn û rêxistinbûyîneke xurt heye. Em jin dikarin bi rengekî xurt têbikoşin û tevî cudahiyên xwe em dikarin ji bo aştiyê rêxistinbûneke hevpar ava bikin, eger em bikaribin werin ba hev, pê bawer bin em ê bi ser bikevin. Ez bawer dikim ku em ê bi ser bikevin.”
Piştî axaftina Ayşegul Dogan panel bi pirs û bersivan berdewam kir. Pişt re rûniştina nîqaşê destpê kir. Di rûniştina nîqaşê de ji perspektîfa kar, bandorên aborî yên pêvajoyên şer û aşitiyê, derfetên ku aşitî ji bo jinên karsaz peşkeş dike û rola potansiyel a kar û civaka sivîl di piştgiriya însîyatîfên aşitiyê de hate nîqaşkirin.







