Aktîvîsta enternasyonalîst: Jin li Rojava azadiyê dihûnin
- 09:04 1 Gulan 2026
- Rojane
Bêrîtan Tunç
ÎZMÎR - Aktîvîsta Alman, Marla Zîmmer da zanîn ku li Rojava azadiya jinê hem di rêxistinên jinan yên xwest de hem jî di rêxistinên giştî yên civakî de xwedî cihekî girînge û got: “Fikrên Abdullah Ocalan, mijara zadiya jinê ji nûve anî rojeva civakî.”
Modela jiyana azadixwaz a li Rojava bi pêşengiya jinan hat avakirin; bi êrîşên piralî yên zîhniyeta serdest ya mêr, çeteyên DAIŞ û HTŞ’ê ve hedef tên girtin. Bi êrîşên li hember Helebê re destkeftiyên jinan hedef hat girtin û tevî vê êrîşê jin rêxistibûna xweser û parastina cewherî ya di esasa paradîgmaya azadiya jinê ya Abdullah Ocalan de hebûna xwe diparêze û jiyaneke alternatîf datîne holê.
Aktîvîsta Alman Marla Zîmmer ku di heyeta enternasyonalîst a ku li dijî êrîşên HTŞ û çeteyên girêdayî wê yên li hember taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Heleb, çû Rojava de cih digirt der barê modela azadiya jinê de ji JINNEWS’ê re axivî.
‘Xweseriya jinan gaveke girîng e’
Marla Zîmmer da zanîn ku li Rojava xweseriya jinan gavek girîng e û di vî alî de piştgiriyê dide pêşketina hêza jinan a kolektîf. Marla Zîmmer wiha dirêjî dayê: “Seranserê pêvajoya patrîarkal jin girêdayê mêran hatine hiştin. Ji ber vê jî rêxistinkirin, xwerêvebirina jinan girîng e. Li Rojava rêveberiya xweser a jinan ji dewletê serbixwe ye. Di pratîkê de azadiya jinê xwedî girîngiyeke navendî ya mezin e. Gelek mînakên şênber ên rêveberiya xweser a jinê heye. Kooperatîfên jinan derfetek mezin a aborî didin jinan. Ya din hêzên ewlehiya herêmî ne. Yekîneyên jinan ên xweser hene. Bêyî ji mêran piştgiriyê bigirin çareseriyê pêk tînin. Mala Jin, navendên serlêdanê ya li dijî tundiyê ye. Ev li dijî tundiyê têdikoşin.”
'Jiyana azad a bi akademî û Jinwar re hatiye hûnandin'
Marla Zîmmer balkişand ser akademiyên hatine avakirin, gundê Jinwarê û got ev mînakên herî girîng in. Marla Zîmmer di vê mijarê de wiha got: “Li gundê Jinwarê jin bi zarokên xwe re jiyanek kolektîf dihûnin. Her wiha ji destpêka şoreşê heta niha jinan mafên cur bi cur ên ewlehiya rêveberiya xweser dikin bin ewlehiyê, bi dest xistin. Mafê tayînkirina qedera xwe, mafê rêxistibûna xweser, mafê jiyandina çanda xwe û pergala hevserokatiyê. Jinan jiyana azad bi avakirina akademî û gundê Jinwarê, hûnandin.”
‘Fikrên Abdullah Ocalan azadiya jinê anî rojeva civakê’
Marla Zîmmer destnîşan kir ku avakirina rêveberiya xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, xwe dispêre fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û di vê mijarê de jî ev tişt anî ziman: “Abdullah Ocalan dibêje bêyî azadiya jinê civak jî ne azad e. Ev feraset di rêxistibûna civakî ya li Rojava de bi zelalî tê dîtin. Azadiya jinê hem di rêxistinên jinan ên xweser de hem jî di rêxistinên giştî yên civakî de xwedî cihekî girîng e. Fikrên Abdullah Ocalan azadiya jinê anî rojeva civakê. Jin di parastina şoreşê de roleke girîng dilîzin. Li dijî êrîşan jinan di eniya pêş de cih girtine. Jinan di parastina cewherî de rola pêşeng girtine ser xwe. Di parastina şoreşê de jin hem di asta leşkerî hem di asta civakî de rolek mezin dilîzin. Tecrubeya li Rojava xwedî wateyeke global e.”








