TAJÊ tevli pêngava ‘Em YPJ ne’ bû
- 17:37 3 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Tevgera azadiya jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekê beşdarî pêngava piştgirîdayîna YPJ’ê bû û destnîşan kir ku YPJ’ê rûmeta tevahiya jinan parastiye.
Tevgera azadiya jinên Êzidî (TAJÊ) daxuyakirin ku ew kampanyaya piştgiriyê ya ji bo YPJ’ê bûne.Daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona TAJÊ Rihan Hesen ve hate xwendin.
‘YPJ hêza berxwedana jinan e’
Rihan Hesen diyar kir ku Şoreşa Rojava bi avakirina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bûye xwedî mîrateyeke dîrokî û berxwedana jinan a sedsala 21’emîn. Rihan Hesen wiha vegot: “ Ji sala 2013’an ve hêza parastina rûmet û îradeya jinên azad YPJ, li hemberî hêza tarî DAÎŞ’ê, şerên desthilatdariyê, zîhniyetên qirêj û zayendperest, di eniyên berxwedanê yê herî pêş de bi berdêlên giranbûha ji bo parastina ax, rûmet û nirxên mirovahiyê şer dike û têkoşînê dimeşîne. YPJ ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê, ji bo hemû jinên cîhanê û bi taybetî jinên Êzidî nasnameyeke hişmendiya parastina cewherî ye.”
‘Wê jin mafên xwe yên rewa biparêzin’
Rihan Hesen destnîşan kir ku şervanên YPJ, di sala 2014’an de; li dijî terora sedsala 21’an a herî mezin, li dijî DAÎŞ’ê li hemberî qirkirina civaka Ezîdî û qirkirina jinan, hebûna xwe kir mertal û bi hawara Şengalê ve hatin. Rihan Hesen nirxandina xwe wiha domand: “Hêza ku di fermanê de pêşî li qirkirina jinan girt, berdêlên giranbûha dan û têkoşîn meşand, YPJ bû. Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê, bi hişmendiya desthilatdariya mêr tevdigere û hebûna YPJ’ê nas nake. Wê jin li dijî vê aqlê ku îradeya jinan û hêza wê ya parastinê nas nake, bêhelwest nemînin û mafê xwe yê rewa biparêzin. Ji ber vê yekê tekane rêya parastina hebûna jinan, di xweparastinê re derbas dibe.”
‘Em hemû YPJ’î ne’
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hata gotin: Em weke jinên Ezîdî baş dizanin ku; jin yek lahze jî nikare dest ji parastinê berdin. Di şerê herî tarî yê li Sûriyeyê de jî me dît ku gelek sûcên şer li dijî YPJ û gelan hatin kirin. Em ê jêkirina ew keziya şervana jin û bedena wê şervana ji bînayê avêtin xwarê, ji bîr nekin. Ew şervanên heqîqetê ne ku li hemberî tarîtiyê bûne ronahiya şoreşa jinê.
Bi vê baweriyê em weke TAJÊ piştgiriya kampanyaya ‘Em hemû YPJ ne’ û ‘YPJ hêz û temînata parastina destkeftiyên jinan e’ dikin û dibêjin; xweparastin mîsogeriya hebûna jinan e, YPJ mîsogeriya azadiya jinan e. Pêwiste Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê YPJ’ê weke arteşa jinan û arteşa herî rewa ya Sûriyeyê di aliyê fermî de nas bike. Xwedî derketina li YPJ’ê xwedî derketina li berxwedan, têkoşîn û azadiya jinan e.”







