Rewşa tenduristiyê ya Nêrgiz Mihemedî giran e!
- 12:33 4 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hate ragihandin ku tedawiya Nêrgiz Mihemedî li beşa dil dewam dike û rewşa wê ya tenduristiyê giran e.
Rewşa tenduristiyê ya Xelatgira Nobelê ya Aştiyê Nêrgiz Mihemedî her ku diçe girantir dibe. Weqfa ku malbata wê bi rê ve dibe diyar kir ku Nêrgis Mihemedî li beşa dil a nexweşxaneyeke li bakurê Îranê tê dermankirin. Li gorî daxuyaniyê Mihemedî bi alîkariya cîhaza oksîjenê bêhnê distîne.
Di daxuyaniyê de hate gotin, piştî ku rewşa tenduristiyê ya Mihemedî ya 54 salî “di asta xetereyê de nebaş bû” roja înê ji girtîgehê ji bo nexweşxaneya li Zencanê hate veguhestin. Li gorî daxuyaniyê Mihemedî du caran ji ser hişê xwe çûye û bi rengekî cidî krîza dil derbas kir.
Nêrgiz Mihemedî ku ji ber kampanyayên xwe yên ji bo mafên jinan û rakirina cezayê darvekirinê girtî ye, dema li girtîgehê bû hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê hate dîtin. Malbatê diyar kiribû ku dawiya meha Adarê krîza dil derbas kiribû. Weqfê ragihand ku ji bo tedawiyeke xurt divê Nêrgiz Mihemedî ji bo navendeke ji bijîşkên wan ên li paytext Tehranê bê veguhestin.
Di meha Sibatê de 7,5 sal cezayê girtîgehê careke din li Nêrgiz Mihemedî hatibû birîn. Komîteya Nobelê jî wê demê bang li rêveberiya Tehranê kiribû ku Nêrgiz Mihemedî tavilê berde.
Nêrgiz Mihemedî meha Kanûnê ji ber ku mirina parêzer Husrev Alîkurdî rexne kir, hatibû binçavkirin.







