Ji TJA'yê têkildarê komkujiya Dêrsimê daxuyanî

  • 14:39 4 Gulan 2026
  • Rojane
AMED - TJA'yê bi boneya sala 89’an a Komkujiya Dêrsimê daxuyaniyên nivîskî weşandin û kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. 
 
 Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya sala 89’an a Komkujiya Dêrsimê daxuyaniyên nivîskî weşandin. 
 
TJA’yê jî li ser medyaya dijîtal peyamek parve kir û got: “Dewletê di 4’ê Gulana 1937’an de ji bo qirkirina Dêrsimê biryarname weşand û ev pêvajo heta sala 1938’an domiya. Di encamê de 70 hezar kes hatin kuştin û bi hezaran kes hatin sirgunkirin. Em hemû kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin.”