Gelan meşa ‘Aştiyê’ li dar xıst: Dema çareseriyê ye

  • 22:40 16 Gulan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi dirûşma "Ji bo aştiyê gavek" li gelek bajaran meş hatin lidarxistin. Piştî meşen ku hatin lidarxistin bi awayê hevpar daxûyanî hat dayîn. Di daxuyê de ev peyam hat dayîn: "Gel aştiyê dixwazin; dem ne dema bendemayînê ye, dem dema çareseriyê ye."
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li bajarên li seranserê Kurdistan û Tirkiyeyê bi dirûşma "Ji bo aştiyê gavek" meşên hevdem li dar xistin. Piştî meşan daxuyaniyek hevbeş hat xwendin.
 
Riha
 
Platforma Saziyên Demokratîk li Rihayê meşek li dar xist. Bi hezaran welatî beşdarî meşê bûn ku li ber Parka Novada ya li navçeya Xelîliyê pêk hat. Di meşê de posterêk mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate daliqandin. Welatiyan pankartek mezin bi nivîsa "Yên ku şer dikin, niha aştiyê dixwzin" û pankartên bi peyamên aştiyê hilgirtin. Di tevahiya meşa ku heta Balikligoê berdewam kir, çepik û tilîlî qet nesekinîn. Bi hezaran kesan meşa xwe li Balikligolê bi dawî kirin û daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyaniya çapemeniyê ji hêla Hevseroka Bajêr a Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan ( DEM Partî), ve li ser navê platformê  hat xwendin.
Daxuyanî bi çepik, tilîliyan û bi dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.
 
Semsûr
 
Li Semsûrê jî di bin serokatiya Platforma Saziyên Demokratîk de meşek hate lidarxistin. Girseya ku li Parka  75’Yil Koşû Parkiya li Yeni Mahaleyê kom bû, pankartek bi nivîsa "Ji bo aştiyê gavek" daliqand. Kom li ser Kolana Haydar Efendi ber bi qada Newrozê ve meşiya û dirûşmên wekî "Kilîda aştiyê li Îmraliyê ye", "Silav, silav, hezar silav ji bo Îmraliyê", û "Bê serok jiyan nabe" berz kirin.
 
Li Qada Newrozê,  hevseroka Bajêr ya DEM Partiyê Gonul Şahî, li ser navê girseyê daxuyaniya çapemeniyê xwend.
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû
 
Agirî
 
Li Agirî, ji Pirtûkxaneya Giştî ya Kevin heta destpêka Kolana Cumhuriyetê meşek hate lidarxistin ku Parlamenterê DEM Partiyê yê Agirî Heval Bozdağ, rêxistinên girseyî yên demokratîk ên li bajêr û gelek kes beşdar bûn.
 
Di meşê de ku pankartek bi nivîsa "Ji bo aştiyê gavek, Ji bo aştiyê gavekê bavêje" hate vekirin, gelek caran dirûşmên "Silav ji Îmraliyê re, hezar silav" û "Bijî aştî, bimre koletî" hatin berzkirin. Versiyona Tirkî ya daxuyaniya çapemeniyê ji hêla Hevserokê DEM Partiyê yê Agirî Serhat Yılmaz Koroglu û ya Kurdî jî ji hêla Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Şîlan Turga ve hate xwendin.
 
Piştî daxuyaniya çapemeniyê, Parlamenterê DEM Partiyê yê Agirî Heval Bozdağ got, "Em bang li hikûmetê dikin û dibêjin ‘Ji bo aştiyê gavekê bavêje’, tiştê ku divê were kirin eşkere ye. Mafên Kurdan, gelên bindest û karkeran qebûl bikin."
Çalakî bi çepikan bi dawî bû.
 
Erdexan
 
Li Erdexanê  meşek hate lidarxistin. Meşa ku ji stadyuma bajêr heta avahiya postexaneya navendî dewam kir, rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek kesên ji bajêr beşdar bûn. Di meşê de ku pankartek bi nivîsa "Ji bo aştiyê gavek" hate hilgirtin, dirûşma "Bijî aştî"  gelek caran hate berzkirin. Piştî meşê, daxuyaniya çapemeniyê ji hêla  hevserokê Bajêr ê DEM Partiyê Selçuk Akturk ve hat xwendin.
 
Çalakî bi çepikan bi dawî bû.
 
Îdir
 
Li Îdirê meşek hate lidarxistin. Beriya meşê, girse li ber avahiya bajêr a DEM Partiyê kom bû û bi govend bi def û zurneyê  dest bi çalakiyê kirin. Piştre girse ji Kolana Îbrahîm Bozyel, li ser Kolana Sadîk Ahmet, heta Bulvara Zubeyde Hanim meşiya. Parlamenterê Îdirê yê DEM Partiy3e Yilmaz Hun, rayedarên partiyê û gelek kesên din beşdarî meşê bûn. Di meşê de, gelek caran dirûşmên "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin û girseyê pankartên bi nivîsên "Demokrasî, azadî, wekhevî, edalet", "Aştî niha" û "Jin, jiyan, azadî" hilgirtin. Piştî meşê, ji hêla Hevserokê Navçeya Navendî ya DEM Partiyê Metîn Çarkli ve daxuyanî hat dayîn.
Çalakî bi çepikan bi dawî bû.
 
Qers
 
Li Qersê, girse li Kolana Faîk Bey kom bû û heta Parka Walîtiyê meşiya.  Parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Mahmut Dîndar, rêveberên partiyê û gelek welatî beşdarî meşê bûn. Di tevahiya meşê de, girseyê gelek caran dirûşmên "Bijî aştî" û "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin. Dema ku gihîştin parka walîtiyê, li ser navê komê ji hêla Hevseroka  DEM Partiyê ya Qersê Arzu Savaş Derman ve daxuyanî hat xwendin.
 
Bedlîs 
 
Li Tetwan a Bedlîsê, ji ber Mala Mamosteyan heta peravê meş pêk hat. Di daxuyaniyê de pankarta ‘Ji bo aştiyê gavê bavêje’ hat vekirin û  dovîzên ‘ji bo rêbertî statu’ hatin hildan.
Li gel rêveberên siyasî û nûnerên civaka sivîl gelek kes tevli meşê bûn. Parlamenerê DEM Partî yê Bedlîsê Huseyîn Olan daxuyanî xwen dû balkişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got divê şert û mercên Abdullah Ocalan pêk bê.
 
Di meşê de dirûşmeyên  ‘bijî aştî’ û ‘bijî berxwedana zindanan’ hat berzkirin. 
 
Çewlîg 
 
Li ber Mizgefta Haci Hidir gel hat cem hev û heta Qada Bajar meş pêk hat û daxuyanî hat dayîn. Gelek kes tevli meşê bûn û pankarta ‘ji bo aştiyê gavê bavêje’ hat vekirin. Li ser navê girseyê Şevket Kalindamar daxuyanî xwend.
 
Dêrsîm
 
Li Dêrsîmê jî kli Kolana Hunerê  gel kom bû û heta Qada Seyîd Riza meşiyan. Dirûşmeyên ‘jin şer naxwazin, aştiyê dixwazin’ hatin berzkirin. 
Hevserokê DEM Partî yê Dêrsîmê Ozcan Ateş axivî. 
 
Dîlok
 
Li navçeya Şehîtkamîl a Dîlokê ji Cinderesê heta nexweşxaneya Ankayê meş pêk hat. Di meşê de dirûşme hatin berzkirin û endama meclîsa Jinan a DEM Partiyê Bîrgul Yildirim daxuyanî xwend.
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû. 
 
Colemêrg
 
Li Geverê bi dirûşmeya ‘ji bo aştiyê gavê bavêje’ meş pêk hat. Ji ber avahiya DEM Partiyê heta Navenda Kar a Zagrosê meş pêk hat û parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onur Duşunmez, Dayikên Aştiyê, ÎHD û gelek kes tevli bûn. Li ser navê girseyê hevseroka DEM Partî ya Geverê Şeyla Belîler daxuyanî xwend.
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû. 
 
Erzirom
 
Li navçeya Qereyazi ya Erziromê  ji ber avahiya DEM Partiyê heta Mizgefta Navendê meş pêk hat. Daxuyanî ji aliyê hevserokê DEM Partî ya Erziromê Bariş Kemaloglu ve hat xwendin. 
 
Mûş
 
Li Mûşê jî bi dirûşmeya ‘Ji bo aştiyê gavê bavêje’ ji ber Ocaxa Tenduristiyê ya Yeşîlce Fîdanlik Alti heta taxa Yeşîlyurt meş pêk hat. Di meşê de stran hatin gotin û govend hat gerandin. He rwih adirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’, ‘bijî serok Apo’, ‘bijî berxwedana zindanan’ hatin berzkirin.
Daxuyanî ji aliyê hevseroka DEM Partî ya Mûşê Çîçek Tutuş ve hat xwendin.
 
Daxuyanî bi çepikan bidawî bû.