Li Geverê Navenda Piştevaniya Jinan a Binevş hat vekirin

  • 18:16 24 Hezîran 2026
  • Rojane
COLEMÊRG – Li Geverê Navenda Piştevaniya Jinan a Binevş bi girseyî hat vekirin. Hevşaredar Şadiye Kirmizigul di vekirinê de axivî û da zanîn ku ji bo qadên civakî, çandî û hiqîqî yên jinan bên xurtkirin divê piştevanî bê meşandin.
 
Li navçeya Gever a Colemêrgê Navenda Piştevaniya Jinan a Binevş li taxa Gungorê bi tevibûna gelek jinî hat vekirin. Hevşaredara Geverê Şadiye Kirmizigul di vekirinê de axivî û got navend bi armanca piştevaniya jinan hatiye vekirin.
 
Şadiye Kirmizigul daxuyakirin ku ji bo qadên civakî, çandî û hiqûqî yên jinan bên xurtkirin wê piştevaniyê mezin bikin û navend wê ji van xebatan re bibe qad.
 
Navend bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ hatvekirin û bi gerandina govendê bidawî bû.