Çalakiya runiştinê ya TJA’yê di roja 4’emîn de ye
- 19:26 24 Hezîran 2026
- Rojane
ÊLIH - TJA ji bo balê bikêşe li ser bûyerên îşkence, tacîz, tecawiz û îdiayên mirinên bi guman ên li Navenda Rehabîlîtasyona Taybet a Şifayê ya Êlihê ketine rojevê, li ber edliyê çalakiya rûniştinê da destpêkirin û di roja 4’emîn de berdewam kir. Ji Sêrtê gelek kes ji bo piştgiriyê tevli nobetê bûn.
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li dîjî îdiayên bûyerên îşkence, tacîz, tecawiz û îdiayên mirinên bi guman ên li Navenda Rehabîlîtasyona Taybet a Şifayê ya Êlihê ketine rojevê, li ber edliyê çalakiya rûniştinê hat destpêkirin. Çalakiya wê 5 rojan bidome, di roja 4’emîn de berdewam kir.
Ligel jinên ji Sêrtê hatin, parlamenera DEM Partiyê Sebahat Erdogan Saritaş jî tevli nobetê bû.
Sebahat Saritaş da zanîn ku polîtÎkayên şer yên bi salane li Kurdistanê didome texrîbatên mezin li serjiyanê dike û got Kurdistan wek laboratuar tê bikaranîn.
Çalakî bi dirûşmeyên ‘bêdeng nemînin’, ‘heqîqet wê tariyê de nemînin’ bidawî bû.
Nobet sibê wê saet di 15.00’an de li ber edliyeyê di roja 5’an de bidome.







