Kongra Star li Hesekê Zeyneb Kinaci bi bîr anî
- 14:53 28 Hezîran 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star li Hesekê bi civînekê têkoşera fedayî Zîlan bi bîr anî. Beşdarvanan behsa rêwîtiya têkoşîn, nirx û perensîbên ku Şehîd Zîlan ji bo têkoşîn kiriye, kirin.
Bi boneya 30`emîn salvegera şehadeta têkoşer Zîlan (Zeyneb Kinacî), Kongra Star a Bajarê Hesekê li Navenda Çand û Hunerê ya li taxa Miftî ya li bajêr civîneke berfireh organîze kir. Bi dehan endamên saziyê civaka sivîl û şênî tevlî civînê bûn.
Civîn bi deqyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre dayîkên şehîdan ji bo bîranîna Şehîd Zîlan mûm pêxistin. Di civînê de behsa jiyan û rêwîtiya têkoşîna Şehîd Zîlan a ku di çarçoveya Tevgera Azadiyê de borandiye hate kirin.
Endama Meclisa Jin a Kongra Îslama Demokratîk Rûken Ehmed axivî û bal kişand ser nameya ku şehîd Zîlan bi rêya çalakiya xwe ya fedayî pêşkêş kir. Rûken Ehmed da zanîn ku çalakiya Şehîd Zîlan rêyeke girîng ji bo Tevgera Jin a Kurdistanî çêkir, tecrubeya wê rol û hêza jinan a beşdarbûna hemû qadan weke rêxistinî, jiyan û têkoşînê nîşan da.
Rûken Ehmed diyar kir ku Şehîd Zîlan tevî ku piştî tevlîbûna tevgerê ya salekê şehîd bû jî, lê ew karîbû qonaxa ku tê de êrişên hêzên navneteweyî li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê hene, bi awayeke baş bixwenda. Fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hişt ku analîzeke bingehîn ji bo rewşa ku ew tê re derbas dibe, bê çêkirin.
Zîlan destnîşan kir ku Şehîd Zîlan bi nameya xwe girêdana xwe bi nirxên mirovahiyê û baweriya bi jiyaneke azad û bi wate nîşan da. Girêdana wê bi berevaniya wan nirxan li gorî nerîna wê ya ji têkoşînê re hat.
Zeyneb Kinacî (Zîlan) sala 1972`yan ji dayîk bûye, ew yek ji sembolên jina Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê ye. Ew 30`ê Hezîrana 1996`an çalakiyeke fedayî pêk anî.







