Ji YRJ'ê ji bo rojnamegeran banga piştevaniyê

  • 14:54 28 Hezîran 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) bi boneya 6’emîn salvegera damezirandina xwe daxuyaniyeke nivîskî parvekir. YRJ’ê diyar kir ku jinên rojnamevan xwedî hêza avakirina civakek edalet û demokratîkin.
 
Îro 28’ê Hezîranê 6’emîn salvegera damezirandina Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) ye. Bi vê boneyê YRJ’ê daxuyaniyeke nivîskî parve kir. YRJ’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku ew soza xwe ya parastina azadiya ragihandinê, parastina mafên rojnamevanên jin û xurtkirina hebûna jinan di saziyên ragihandinê de nû dikin.
 
‘Rola jinan di avakirina çapemeniyeke azad û demokratîk de girîng e’
 
YRJ’ê di destpêka daxuyaniya xwe de bal kişand ser têkoşîna jinên rojnamevan û wiha anî ziman: “Di salvegera 6‘emîn a damezirandina Yekîtiya Ragihandina Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (YRJ) de, em bi serfirazî xebat û têkoşîna rojnamevanên jin a di rêya parastina heqîqetê de meşandine, bi bîr tînin. Em bi rola jinan di avakirina çapemeniyeke azad, pîşeyî û demokratîk de bawer in ku hêviyên civakan ên azadî, edalet û wekheviyê nîşan dide.”
 
‘Di qada çapemeniyê de jin rûbirûyî hemû cûreyên binpêkirinan tên’
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev salveger di serdemeke ku li Rojhilata Navîn zextên li ser jinan zêde bûne de tê pîrozkirin û wiha pê de çû: “Hîna jin di qada çapemeniyê de rû bi rûyî hemû cûreyên astengkirin, binpêkirin û êrîşên rasterast ên di dema şopandina şeran de, reşkirin, tundiya dijîtal û cudakarîbûna pîşeyî ne. Zêdetirî vê yekê qeyd û zext li ser azadiya derbirînê û karê rojnamegeriyê tên kirin.”
 
YRJ’ê tekez kir ku jinên rojnamevan ên li herêmê tevî hemû zehmetiyan jî, hêza xwe ya şikandina bendan û ragihandina dengê civakê û dozên jinan ji bo raya giştî ya herêmî û navneteweyî îsbat kirine.
 
‘Sûriye ji bo karê rojnamegeriyê jîngeheke xeternak e’
 
Her wiha YRJ’ê bi bîr xist ku jinên rojnamevan li Sûriyeyê li gel binpêkirin û kiryarên komên çekdar ên cuda, artêşa Tirk û DAIŞ‘ê, berdêlên giranbuha dane: “Di encama van kiryaran de gelek rojnamevanan di dema şerên domdar de jiyana xwe ji dest dan. Her wiha gelek hatin girtin, koçberkirin û gef li wan hatin xwarin û rasterast hatin hedef girtin. Ev yek jîngeheke herî xeternak a xebata rojnamegeriyê nîşan dide. Lê tevî van hemûyan jî jinên rojnamevan ên Sûriyeyî peyama xwe ya pîşeyî û mirovî pêk anîn û piştrast kirin ku çapemeniya azad yek ji amûrên herî girîng ên parastina mafên mirovan û aşkerakirina rastiyan e.”
 
‘Rojnamevanên jin çanda diyalog û jiyana hevbeş xurt kirin’
 
YRJ’ê diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rojnamevanên jin mînakeke bêhempa ya ragihandina berpirsyar û girêdayî dozên civakê û jinan pêşkêş kirine û wiha pê de çû: “Li vir jinên rojnamevan li pêş bûn, berdêl dan; bûyer, guhertin û veguhertinên siyasî, civakî û mirovî ragihandin. Em wek Yekîtiya Ragihandina Jin bi taybetî silav û hezkirinên xwe ji jinên rojnamevan ên ku bûyer û geşedanên operasyona entegrasyonê û lihevkirinên siyasî yên piştî peymana 19‘ê Çileyê şopandin re dişînin. Van rojnamevanan tevî mercên zehmet ên xebatê û rîskên ewlehiyê, asteke bilind a pîşeyî û pabendîbûnê nîşan dan. Bi berpirsyarî bûyer ragihandin û wêneyekî objektîf ê guhertinên heyî nîşan dan.”
 
‘Em ê li dijî zimanê gefxwarinê peyama xwe ya pîşeyî bişopînin’
 
YRJ’ê soza parastina azadiya ragihandinê û mafên rojnamevanên jin nû kir û wiha bilêv kir: “Em wek Yekîtiya Ragihandina Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di wextekî de ku salvegera damezirandina xwe pîroz dikin, soza xwe ya parastina azadiya ragihandinê û mafên rojnamevanên jin, xebata li ser xurtkirina hebûna jinan di saziyên ragihandinê de û peydakirina hawîrdoreke ewle û piştgir ji bo rojnamegerên jin nû dikin; da ku bikarin peyama xwe ya pîşeyî dûrî zimanê gefxwarin û cudakariyê pêk bînin.”
 
Ji YRJ’ê banga navneteweyî
 
YRJ’ê bang li dezgehên ragihandinê, saziyên hiqûqî yên herêmî û navneteweyî kir ku xebatên parastina jinên rojnamevan zêde bikin, hesab ji binpêkeran bipirsin û mafên jinan mîsoger bikin da ku xwe bigihînin agahiyan û bi awayekî çalak beşdarî avakirina xîtaba ragihandinê bibin.
 
‘Ragihandina jinên azad bingeha civakeke demokratîk e’
 
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Bi vê wesîleyê em hemû rojnamevanên jin ên ku di mercên herî zehmet de gotin û pênûsa azad rakirin, silav dikin. Her wiha em hemû kesên ku bawer dikin ragihandina jinên azad bingeha avakirina civakeke demokratîk, wekhev û dadperwer e, silav dikin. Bijî gotina azad… Silav ji hemû rojnamevanên têkoşer ên ji bo heqîqet û aştiyê re.”