Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
- 10:27 19 Tîrmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara nû ya Kovara Jinê bi berga “Şoreşa Rojava: Azadiya Jinan û Aştiya Civakî” derçû.
Kovara Jinê di hejmara nû ya 177’emîn de, Şoreşa Rojava û wateya wê ya di warê azadiya jinan û demokrasiya civakê; qetlîama Pirsûê, zimanê aştiyê û têkoşîna li dijî hişmendiya ku tundiyê diafirîne dinirxîne.
Sernavên di hejmara nû de wiha ne:
* Salvegera 14’emîn a Şoreşa Rojava / Rojbîn Denîz
* Rojava bêtir hêvî ye… / Rojbîn Ekîn
* Pirsûs: Lêkerên dema wan guherîne / Hatîce Oncu
* Bêçekbûna ziman / Dîdem Yilmaz
* Ji narsîzmê ber bi faşîzmê: Desthilata nefreta cewherî / Rojda Erez







