Aqûbeta 3 jinên hatine binçavkirin, ne diyar e

  • 15:35 12 Nîsan 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Aqûbeta sê jinên ku li Urmiye, Meşhed û Şîrazê ji aliyê Îranê ve hatine binçavkirin, nayê zanîn.
 
Tevî şer û nakokiyên Îranê li gel DYE-Îsraîlê, gef û zextên li ser welatî, çalakvan, jin û welatparêzan hem li kolanan hem jî li girtîgehan her diçe zêdetir dibe.
 
Li gorî nûçeya Rojnews’ê ya xwe spartî çavkaniyên xwecihî yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, bi destpêkirina şerê di navbera Emerîka-Îsraîl û Îranê de, jineke Kurd a bi navê Hedîs Heqîqî ku ji bajarê Urmiyeyê ye, tevî bavê xwe ji aliyê hêzên Wezareta Îstîxbarata Îranê ve bêyî fermana dadwer hatin binçavkirin û heta niha çarenûsa wan nayê zanîn.
 
Her wiha ev jina Kurd û bavê wê ji mafê dîtina parêzer û têkiliya bi malbata xwe re hatine bêparkirin. Hewldanên malbatê yên ji bo bidestxistina agahiyan li ser rewşa her duyan bê encam mane. Li gel vê yekê, rûpela taybet a Hedîs Heqîqî ya medya dijîtal a Instagramê hatiye blokkirin.
 
Nêzî mehekê di ser girtina jina şanoger a bi navê Sîma Înbay Ferîmanî ya 34 salî û xelka Ferîmanê re derbas dibe. Sîma Înbay di girtîgeha Wekîl Abad a bajarê Meşhedê de bêyî wergirtina mafên seretayî tê ragirtin. Ji dema girtina xwe ve, ew ji mafê peywendiya telefon û dîtina malbata xwe hatiye bêparkirin. Her wiha tedbîrên ewlehiyê yên tund li cihê girtina wê têne meşandin ku ev yek bûye sedema fikarên cidî li ser rewşa wê ya fîzîkî û derûnî.
 
Sîma Înbay bi tometên ‘civîn û têkdana ewlehiya neteweyî û heqareta hember rêberên berê û niha’ tê sûcdarkirin. Lê li gorî gotina kesên nêzîkî wê, pêvajoya dadwerî ya dosyayê di nav nezelaliyekê de ye û tu agahiyeke zelal li ser delîlên van tometan nehatiye pêşkêşkirin.
 
Dîsa li gorî çavkaniyên herêmî yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, hêzên ewlehiyê yên Îranê bi şikandina derî û pencereyan bi ser mala Sara Spêhrî ya Behayî û nişteciha bajarê Şîrazê de girtine û ew binçav kirine. Her wiha hêzan dest danîne ser kelupelên wê yên şexsî.
 
Rêxistinên mafên mirovan ên Îranê bal kişandin ser xirabiya rewşa girtiyan û girtîgehan. Çalakvanên mafên mirovan gelek caran li ser kêmbûn û sînordarbûna xizmetguzariyên pizîşkî, qedexeya dîtina malbat û parêzeran û zextên ewlehiyê di dema girtinê de, hişyarî dane.