Li Rîzeyê rewşa girtiyên di grevê de giran bûn

  • 09:11 5 Nîsan 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Ji xizmên girtiyan Nure Terlak diyar kir ku rewşa girtiyên li girtîgeha Tîpa L ya Kalkandere ya Rîzeyê di grevê de ne giran bûye û wiha got: “Ji bilî me kes ji bo zarokên me tiştekî nake. Divê em bi hev re rabin ser piyan."
 
Grevên birçîbûnê yên bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgehan hatin destpêkirin didomin. Li girtîgeha Tîpa L ya Kalkandere ya Rîzeyê ku ji 60’î zêdetir girtî di grevê de ne, hat hînbûn ku hinek ji wan xwînê vedirêşin û çavên wan êdî tarî dibe. Nure Terlak da zanîn ku kurê wê di axaftina dawî de diyar kirin ku rewşa hinek girtiyan giran bûye û bang kir ku divê hemû dayikên Kurd rabin ser piyan.
 
‘Divê em bi hev re rabin ser piyan’
 
Nure destnîşan kir ku kurê wê Velat Terlak ji 1’ê Adarê de di grevê de ye û wiha pê de çû: “Ewil me nizanibû di grevê de ye. Piştî hemû girtî ketin grevê wî jî got ez têde me. Ez wek dayikek girtî bang li hemû dayikên Kurd dikim. Em çima wisa bêdengin? Çima me çavên xwe girtine, çima em ker bûne? Em îro ranebin ser piyan wê kî ji zarokên me re çi bikin? Em ji dewletan re dihêlin lê kes tiştekî nake. Divê dayik demildest rabin ser piyan.”
 
‘Girtî xwînê vedirêşin û çavên wan êdî tarî dibe'
 
Nure daxuyakirin ku ji bo zarokên wan çi ji destê wan tê divê bê kirin û ev tişt anî ziman: “Rewşa girtiyan roj bi roj giran dibe. Em biçin ber girtîgehan û çi hewcebe em bikin. Zarokên me di wan zindanan de her roj nêzî mirinê dibin. Ez bang li hemû dayikan dikim. Bila rabin ser piyan. Ne wijdan ne însaf maye. Gelek niha li dijî nexweşiyan têdikoşin. Em bi şev ranazên. Divê em ji bo zarokên xwe êdî tiştekî bikin.”
 
Nure di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku kurê wê diyar kiriye ku çi dibe bila bibe heta tecrîd ranebe wê greva xwe bidomînin û wiha got: “Em jî li pişt daxwazên wan e. Rewşa hinek girtiyan girane. Kurê min got hinek girtî xwînê vedirêşin û çavên wan êdî tarî dibe.”