Mêrdîn 20 roj in li dijî qeyûman di nav çalakiyan de ne

  • 13:00 7 Îlon 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Mêrdînê 20 roj in li dijî tayînkirina qeyûman çalakiyên şermezar kirinê didomin û di çalakiya îro de banga têkoşîna hevpar hat kirin. 
 
Piştî tayînkirina qeyûman 20 roj in li Amed, Wan û Mêrdînê çalakiyên şermezarkirinê tên lidarxistin. Li Mêrdînê îro li ber avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi tevlîbûna Platforma Komeleyên Başûrê Rojhilat û Rojhilat, Federasyona Komeleyên Amedê, Federasyona Komeleyên Bêdlîsê, Federasyona Komeleyên Mêrdînê, Federasyona Komeleyên Wanê, Endamên Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK), hevşaredar Ahmet Turk û Fîgen Altindag, parlamenter Ebru Gunay, Necdet Îpekyuz, Huda Kaya, Zuleyha Gulum û Meral Daniş Beştaş daxuyanî hat dayîn. 
 
Di daxuyaniyê de pankarta 'Vîna gel nayê xespkirin' hat vekirin. Serokê Giştî ya Partiya Komînist a Kurdistanê Sînan Çîftyurek, serokê Platforma Komeleyên Başûrê Rojhilat û Rojhilat Abdulhakîm Daş û endamê DÎK'ê Mele Ekrem Baran axivîn û bal kişandin ser tayînkirina qeyûman û gotin hewldaneke bê hiqûqî ye, divê têkoşîneke hevpar bê dayîn. 
 
Dê di saet 16'an de li Niseybîna Mêrdînê ji hêla jinan ve meşek tê organîzekirin û banga tevlîbûnê hat kirin.