Li Serêkaniyê sivîl hedef hatin girtin: 5 sivîl birîndar bûn

  • 12:25 10 Cotmeh 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Ji ber êrîşên arteşa tirk li Serêkaniyê 5 sivîl birîndar bûn.
 
Artêşa Tirk di êrîşên xwe yên li ser navçeya Serêkaniyê ya girêdayî Kantona Hesekê deverên sivîlan û navendan hedef digirin û bombebaran dikin. Di encama bombebarandinê 5 sivîl birîndar bûn û birîndaran rakirin Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a navçeya Til Temirê. 
 
Her wiha maşîneyên Ambulansê di nava liv û tevgerê de ye ku birîndaran rake Nexweşxaneyê Şehîd Lêgerînê.