Gundê Qirmaniyê yê navçeya Dirbêsiyê tê bombebarankirin

  • 14:46 10 Cotmeh 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Artêşa dewleta tirk Gundê Qermaniyê yê navçeya Dirbêsiyê bi çekên giran bombebaran dike. Ji aliyê xwe ve QSD parastina xwe ya rewa dike û bersivê dide.
 
Li gor agahiyên çavkaniyên herêmê li navçeya Dirbêsiyê ya Kantona Hesekê şer û pevçûnên giran rû didin. Ji aliyê din ve jî hêzên QSD'ê bersiv dan û hîn şer berdewam e.
 
Gundên Dirbêsiyê yên li ser sînor ji duh ve ji sivîlan hatiye valakirin.