Li Lefkoşayê operasyona leşkerî hat protestokirin

  • 17:20 10 Cotmeh 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedan kurd û dostên wan li Lefkoşeya Qibrisê bi meşekê operasyona leşkerî a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.
 
Li Lefkoşeya Qibrisê operasyona leşkerî ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi meşekê hat protestokirin. Serokê Giştî yê Partiya Keskan a Qibris Yogos Perdîkîs, Nûnera Partiya Sosyalîst a Qibris Elena Lympûrî û koma Sîklamen tevlî çalakiyê bûn. Çapemeniya Qibrisê jî eleqeyek zêde nîşanî çalakiyê da. 
 
Meşa ji pêşiya Wezareta Karê Hundir dest pê kir heta pêşiya Sefaretxaneyên DYE û Rûsya dom kir. Di çalakiyê de operasyona leşkerî hat protestokirin û bi Sefaretxaneya DYE’yê re jî hevdîtinek pêk hat. Piştî hevdîtinê û şûnde ber bi Sefaretxaneya Rûsyayê ve girse ketin rê. Girseyê li vir kom bû û nêrînên xwe anî ziman û hat gotin ku divê Rûsya piştgiriya xwe ya dide Tirkiyeyê bi dawî bike û li pêşiya Osmaniya nû dixwaze bê kirin bigirin.
 
Her wiha di çalakiyê de nûnerên partiyên Qibrisê jî axivîn.