Şêniyên gundê topa hawanê avêtinê bişev li derve man
- 11:57 11 Cotmeh 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Li Naveçya Qoser ku Nisêbînê ku nêzî sînor in duh bi şev jî top hatin avêtin û li taxeke girêdayî Artukluyê jî ji ber ku topa havwanê ket şêniyên gund bişev li derve man.
Piştî êrîşên Dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navçeya Qoser û Nisêbînê yên Mêrdînê ku nêzî sînor in heta serê sibehê dengê topan û bombebaranê bilind bû. Ji qereqolên li her du navçeyan ji êvarê heta sibehê aliyê sînor yê din hat bombebarankirin.
Herwiha duh li gundê Qesra Ehmedê Xêro ku nêzî sînor e jî topeke hawanê ket malekê. Ji ber topa hawanê ku ket malê şêniyên gund duh heta serê sibehê li derve man.







