Li Kobanê û Girê Spî sivîl birîndar bûn

  • 12:05 11 Cotmeh 2019
  • Rojane
KOBANE/GIRÊ SPÎ - Li Kobanê û Girê Spî di encama bombebaran û topbarana artêşa tirk de gelê sivîl jiyana xwe ji dest dan û birîndar jî hene.
 
Artêşa tirk gundê Curan a Rojhilata Kobanê bombebaran kir. Di encamê de Aidan Şex Ehmed a 60 salî jiyana xwe ji dest da.
 
Li Girê Spî jî  1 zarok 2 sivîl birîndar bûn. Yê ku birîndar bûne navê wan wiha ye. Îmad Ehmed Xirad 25 salî ye, Ehmed Abdull Wehab in. 
 
Li Gundê Elî Bacilye ya girêdayî Girê Spî jî 2 sivîl birîndar bûn navê wan wiha ye: Elî Selo ya 30 salî û Ehmed Abdull Wehat a 65 salî ye.