Hevşaredaran rojname belav kirin
- 13:11 11 Cotmeh 2019
- Rojane
AMED - Hevşaredar û endamên meclisa Şaredariya Sûrê duh di çarçoveya "Roja belavkaran de" li navçeya Sûrê rojname belav kirin. Hevserokan dema rojname belav kirin ji welatiyan xwestin ku piştgiriyê bidin rojanameyan û xwedî li wan derkevin.
Duh bi minasebata Roja Belavkarên Rojnameyan Hevşaredarên Sûra Amedê Fîlîz Buluttekîn, Cemal Ozdemîr û endamên meclisa şeredariyê li Sûrê hemû rojnameyên xwecihê û neteweyî belav kirin.
Hevserokan herî dawî ji welatiyan xwest ku piştgiriyê bidin rojnameyan û li wan xwedî derkevin.







