Rojnameger Necla Demîr serbest hat berdan
- 15:58 11 Cotmeh 2019
- Rojane
STENBOL - Xwediya Îmtîyazê ya Rojnameya Karinca ya berê Necla Demîr ku bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kiriye" dihat darizandin serbest hat berdan.
Danişîna doza Xwediya Îmtiyazê ya Rojnameya Karinca ya berê Necla Demîr ku bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kiriye” doz lê hatibû vekirin li 33’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Necla û parêzerên xwe di danişînê de amade bûn. Piştî parastinê heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir û Necla beraet kir.







