Topeke hewanê li taxeke Pirsûsê da: Du kes mirin

  • 18:51 11 Cotmeh 2019
  • Rojane
RIHA  -  Topeke hewanê li taxeke Pirsûsê da. Ji ber topê 2 kes mirin. 
 
Operasyona li hemberî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome. Îro, topeke hewanê li Taxa Mehser a Pirsûsa Rihayê key. Top, li malekê ket. Ji ber topa hewanê kesê bi navê Halîl Yagmûr û karkerekî îneşatê jiyana xwe ji dest dan. 
 
Şêniyekî taxê ku nexwest navê wî bê aşkerekirin, diyar kir ku top ji gundê Cengokê ku 8 kîlometre dûrî taxa wan e hatiye.