Êrîşî gundên Kobanê kirin û sivîl hatin revandin

  • 19:14 15 Cotmeh 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Komên ku girêdayê arteşa tirk, şêniyên li gundên di navbera bajaroka El-Celebiye û gundê Ebû Sira tevî hebûna hêzên Koalîsyona Navneteweyî êrîş kirin û sivîl revandin. 
 
7 roj in li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşeke dijwar ji hêla arteşa tirk ve pêk tê. Hat diyar kirin ku komên ku girêdayî arteşa tirk, li gundên El-Çelebiye û gundê Ebû Sirayê sivîl revandin. Hejmara sivîlên ku hatin revandin nehatin zanîn.