Spanya firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê da sekinandin
- 19:24 15 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karê Derve ya Spanyayê ragihan ku Spanya ji bo bazirganiya çekan a bi Tirkiyeyê re raswestandiye. Her wiha di civîna şaredariya Lîvornoyê de jî hat xwestin ku êdî çekan nefiroşin Tirkiyeyê.
7 roj in li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşek ji hêl arteşa tirk ve pêk tê. Gelek sivîl di encama êrîşan de jiyana xwe ji dest dan û gelek sivîl jî bi giranî birîndarbûn. Ligel çalakî û bertekan hat xwestin ku êdî çek nefiroşin Tirkiyeyê. Gelek welatên Ewropayê firotina çekan a ji bo dewleta Tirkiyeyê rawestandin.
Wezareta Karê Derve ya Spanyayê daxuyaniyek da û got: “Spanya li gel hevpîşeyên xwe yên di Yekîtiya Ewropayê de, êrîşa li ser Sûriyeyê napejirînin. Lîsansa ji bo bazirganiya amurên leşkerî ya nû nadin.”
Li şaredariya Lîvornoyê civîn
Komîteya Kurdan a herêma Toscanayê ya Îtalyayê, Heyva Sor Îtalya û şaredariya Lîvornoyê daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê dan. Di civînê de hate diyarkirin ku bila tu kes çekan nefiroşin Tirkiyeyê. Komîteya Kurdan a herêma Toscanayê ya Îtalyayê, Heyva Sor Îtalya û şaredariya Lîvornoyê daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê dan.
Nûnerê Komîteya Kurdan Erdal Karabey û li ser navê Heyva Sor Îtalyayê Alîcan Yildiz diyar kirin ku bila zext li Tirkiyeyê were kirin û tu welat çekan nefiroşin Tirkiyeyê. Şaredar Salvetî diyar kir ku ji bo sekinandina şerê li Rojava çi ji destê wan were, wê bikin.







