Mamoste û xwendekar êrîş şermezar kirin
- 15:24 16 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Seyîdsadiq xwendekar û mamosteyên li dijî êrîşên arteşta tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî li dar xistin û banga rawestandina êrîşan kirin.
Nerazîbûnên hemberî êrîşên dewleta Tirk ya ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. Xwendekar û mamostayên navçeya Seyîdsadiq a dikeve ser Silêmaniyê çalakiyek hat lidarxistin û êrîşên dewleta Tirk yên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat şermezarkirin.
Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û hat diyar kirin ku welatên cîhanê bêdeng in û divê welatên cîhanê li dijî êrîşan bibin xwedî bi helwest û êrî rawestînin.







