TJK-E: Berxwedanê mezin bikin!
- 15:55 16 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên zêde bûne û bang kir ku li kolanan berxwedanê xurt û mezin bikin.
Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E) têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava daxuyaniyek da. TJK-E got: “Şervanên QSD’ê li bajarê Serêkaniyê berxwedaneke dîrokî dikin.”
Di dewama daxuyaniyê de TJK-E’yê got: “Di roja 8’an de êrîşên li ser Serêkaniyê hê zêdetir bûne. Berxwedana şervanê QSD’ê ya dîrokê dinivisîne, israra azadî û rûmetê ya gelê Rojava û dîsa çalakiyên li çar aliyên cîhanê tê kirin Erdogan xistiye tengasiyê. Ji bo vê dixwaze bi hemû hêza xwe êrîşî Serêkaniyê bike û encamê jê bigire. Îro di roja 8’an de êrîşên xwe zêdetir kiriye û dixwaze qetlîamên nû bike.
TJK-E ev bang kir: “Ji vê kêliyê û şûnde di serî de divê jin, ciwan, gelê û dostên me dakevin kolanan û di asta herî jor de xwedî li berxwedana Serêkaniyê derkevin. Divê gelê me mafê xwe yê rewa bi kar bîne û çalakiyan xurt û mezin bike.”







