TJA li Tuzlucayê bi jinan re hat gel hevdu

  • 16:45 17 Cotmeh 2019
  • Rojane
ÎDIR - TJA'yê di çarçoveya kampanyaya bi dirûşma "Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan" dabû destpêkirin li Tozanê bi jinan re hat gel hevdu.
 
Kampanyaya Tevgera Jinên Azad (TJA) ya bi bi dirûşma "Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan" dabû destpêkirin di meha xwe ya sêyem de dewam kir.  Li Navçeya Tozanê ya Îdirê Aktivîstên TJA'yê û rêvebirên HDP'ê di çaroveya kampanyayê de bi jinan re hatin gel hevdu. 
 
Di hevdîtinê de pêvajo û polîstîkayên derbarê jinan de hatin nîqaşkirin. Piştî nîqaşan bername bi fikir û pêşniyaran bi dawî bû.