Kesên di tekneya binav bû de ji Qamişloyê ne
- 14:36 13 Çile 2020
- Rojane
ÎZMÎR - Kesên di tekneya li Çeşmeyê binav bû de jiyana xwe ji dest dan ku 8 kes jî wan zarok bûn û bi giştî 11 kes bûn hat diyarkirin ku ji Qamişloyê ne.
Li peravê navçeya Çeşme ya Îzmîrê tekneyek koçberan bi nav bibû û di encamê de 8 jê zarok 11 kesî jiyana xwe ji dest dabû. Hat ragihandin ku kesên jiyana xwe ji dest dane ji gundê Sîha Mezin ê girêdayî bajarê Qamişloyê yê rojavayê Kurdistanê ne.
Hat ragihandin ku 11 kesên ku jiyana xwe ji dest dane yek jê jî pitika 6 mehî ye.







