Li Dêrsimê hemû çalakî ji bo 15 rojan hatin qedexekirin
- 11:57 16 Çile 2020
- Rojane
DÊRSIM - Desthilatdariya AKP-MHP'ê li hemberî nerazîbûna li dijî windakirina xwendekara zanîngehê Gulistan Dokû û bûyerên destavêtinê, bi qedexekirinê bersiv da.
Desthilatdariya AKP-MHP'ê li hemberî nerazîbûna li dijî windakirina xwendekara zanîngehê Gulistan Dokû û bûyerên destavêtinê, bi qedexekirinê bersiv da û hemû çalakî ji bo 15 rojan qedexe kirin.
Walîtiyê di daxuyaniya xwe ya derbarê mijarê de da îdîa kir ku nerazîbûna tên nîşandan "gel teşwîqî kîn û dijminatiyê dikin" û ji bo 15 rojan çalakî û xwepêşandan qedexe kirine.







