Çeteyên DAIŞ’ê êrişî Mexmûrê kirin
- 17:03 2 Sibat 2020
- Rojane
MEXMÛR - Çeteyên DAIŞ’ê êrişî Wargeha Penaberan a Mexmûrê kirin. Hêzên Parastina Cewherî yên wargehê bersiva çetayan dan.
Di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) de şivanek birîndar bû. Di van kêliyan de şer berdewam dike.
Di encama van êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de Şivanek bi giranî birîndar bû û rakirin nexwşxaneya wargehê.
Di van kêliyan de di navbera çeteyên DAIŞ’ê û Hêzên Parastina Cewherî yên wargehê şer didome.
Hêjayî gotinê ye ku di 28’ê Çile de jî çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) kirîbûn.







