Êrîşên Çeteyên DAIŞ’ê hatin şikandin
- 18:44 2 Sibat 2020
- Rojane
MEXMÛR - Çeteyên DAIŞ’ê êrişî Wargeha Penaberan a Mexmûrê kirin. Hêzên Parastina Cewherî yên wargehê bersiva çetayan dan. Di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) de şivanek birîndar bû. Di encama van êrîşan de du çete hatin kuştin. Niha rewş aram e herêm di bin qontrola hêzên parastina cewherî deye.
Li aliyê başûrê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) komek çeteyên DAIŞ’ê careke din êrişî wargehê kirin. Hêzên Parastina Cewherî yên wargehê bersiva êrişa çeteyan dan. Di encama van êrîşan de du çete hatin kuştin û şivanek jî birîdar bû. Şivanê birîndar rakirin nexweşxaneyê wargehê û tê darmankirin. Niha rewş aram e herêm di bin qontrola hêzên parastina cewherî deye.
Herwiha di 28’ê Çile de jî çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) kirîbûn.







