Leşkerên Rejîmê êrîşî rojnamegeran kirin
- 15:02 12 Sibat 2020
- Rojane
QAMIŞLO - Şer û pevçûn di navbera Dîfaa El- Wetenî (Rejîm) û hêzên Emerîqa de derket û di encamê de endamekî Dîfaa El- Wetenî hat kuştin.
Bêriya çend seatan şer û pevçûn di navbera Dîfaa El- Wetenî û hêzên Emerîqa de li gundê Xirbet Emo girêdayî bajarê Qamişloyê derket. Di encamê de endamekî Dîfaa El- Wetenî hat kuştin û yek jî birîndar e.
Her wiha di vê pevçûnê de Endamên hêzên Rejîmê êrîşî nûçegîhanên ajansa ANHA'yê ku rewşa gundê Xirbet Emo dişopand kirin û kamereyek wan desteser kirin.
Niha pevçûna di navbera Rejîm û Amerîkayê de sekiniye.







