'Em hewil didin ku jin bibin xwedî hêz û vîneke azad'

  • 09:03 10 Hezîran 2020
  • Rojane
Xezne Celal
 
EYN ÎSA - Rêvebera Kongreya Star Miha El-Hamid û Rêvebera Mala Jinê Sîham Muhemed Elî yên kampa koçberên Girê Spî teqez kirin ku armanca wan a bingehîn ew e ku piştgiriya jinan a di kampê de bikin û gotin: "Em hewil didin di qadên jiyanê de jinan pêş bixin da ku bibin xwedî hêz û vîneke azad."
 
Piştî ku dewleta tirk û hevkarên wê dest bi êrîşên li ser herêmên Bakurê Sûriyeyê kirin, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilarê Sûriyeyê, di 22'ê Mijdarê de kampek ji bo koçberan li bajarokê Til Semineyê bi navê Kampa Koçberên Girê Spî vekir. Bajarokê Til Semineyê di navbera navçeya Eyn Îsa û bajarê Reqqayê de ye. Di kampê de nêzî 600 malbat hatine bicihkirin. Kongreya Star bi hevkariya Mala Jinê ya kampê alîkariya jinan dikin. Her wiha pirsgirêkên jinan tên çareser dikin. Di heman demê de projeyên ji bo pêşxistina jinê yên di aliyê zanistî û aborî de, dane destpêkirin. 
 
'Em bi jinan re dibin alîkar û pirsgirêkên wan çareser dikin'
 
Derbarê rewşa jinan a di kampa koçberê Girê Girê Spî de, Rêveberiya Mala Jinê ya kampê Sîham Muhemed Elî axivî û got: "Bi dagirkirina Kantona Girê Spî ya ji aliyê dewleta tirk û hevkarên wê ve, bi hezaran welatî bi darê zorê hatin koçberkirin. Kampek hat damezrandin da ku koçberan pêşwazî bike. Alîkariya pêwist li gor derfetan ji koçberan re peyda dikin. Piştî avakirina kampê me dest bi avakirina Mala Jinê ya di kampê de kir. Bi avakirina Mala Jinê re me dest bi şopandina rewşa jinan kir. Em hewil didin bi wan re bibin alîkar, pirsgirêkên wan çareser bikin û dawî li tundiyê bînin. Di destpêkê de karê me bi jinan re zehmetî derbas dibû û em ditirsiyan ku pirsgirêkên xwe eşkere bikin, lê bi demê re ev pirsgirêk hatin derbaskirin."
 
'Em hewl didin xwe bigihînin hemû jinan'
 
Sîhamê destnîşan kir ku wan têkildarî dan û sitedina bi jinan re civîn bi malbatan re çêdikirin û wiha pê de çû: "Di destpêkê de ev yek ji aliyê malbatan ve nedihat qebûlkirin, lê bi dubarekirina nîqaşan re di nava hin malbatan de hat qebûlkirin. Pir dozên berdanê ji me re tên, em hewil didin ku herdu aliyan li hev bînin û negihêje asta berdanê. Hin pirsgirêkên ku ji me re tên jin bi xwe nayên gilî nakin ji ber ku ji mêrê bi wan re zewicî yan jî kesekî ji malbata xwe ditirse. Wek Mala Jinê em hewil didin em bigihînin hemû jinan û çareseriyeke guncav ji pirsgirêkên wan re bibînin, bêyî ku rastî pirsgirêk an jî ji aliyê kesekî ve werin cezakirin. Armanca me ya sereke parastina jinê ya ji zihniyeta baviksalarî ye. Em dixwazin wekheviya di navbera mêr û jinan de ava bikin û pêşiyê li tundiya di nava malbatan de bigirin."
 
'Ji bo pêşxistina jinan me proje dan destpêkirin'
 
Her wiha ji Rêveberiya Kongreya Star a Kampa Koçberên Girê Spî Miha El-Hamid bi lêv kir ku ew hewil didin jiyana jinan li kampê bi rêxistin bikin, erka xwe ya bingehîn pêk bînin û wiha got: "Em hewil didin ku jinan ji rewşa dijwar a koçberkirinê derxînin û piştgiriya wan bikin. Armanca me ew e ku jinan di jiyanê de pêş bixin, mafê wan ên zagonî diyar bikin û piştgirêyê bidin wan da ku bibin xwedî hêz û vîneke azad. Di kampê de em serdana jinan bikin, ji bo ku em xwe nêzî wan bikin, êşa wan guhdar bikin û çareser bikin. Ji bo perwerde û pêşxistina jinê qurseke xwendinê ya ji bo fêrbûna zimanê erebî hat vekirin. 30 jin tevlî vê qursê bûn. Bi armanca pêşxistina aboriya jinê û bêyî ku bi kesekî hewce be, projeya çandiyê me dest pê kir. Proje li Bakurê kampê dikeve, 25 donim erd e, 10 jin tê de dixebitin, her roj em çavdêriya wê dikin û pêşketinên ber bi çav dibînin. Projeyên wek kargeha dirûnê, kuafor û perwerdekirina komputerê wê di demên pêş de bên vekirin."