Tuncay Sonel dê ji sûcê ‘kuştinê’ were darizandin

  • 13:03 20 Nîsan 2026
  • Hiqûq

DÊRSIM - Di dosyeya Gulîstan Doku de Serdozgeriya Komarê ya Erziromê  Tuncay Sonel ji sûcê “kuştins kes” darizîne.
 
Waliyê Dêrsimê yê berê Tuncay Sonel ku li Xarpetê hat binçavkirin û wî birin Erziromê, hîn jî li emniyetê tê girtin. Serdozgeriya Komarê ya Erziromê daxwaza malbat û parêzerê Gulîstan Doku ji bo beşdarbûna dozê qebûl kir.
 
Parêzer Alî Çîmen got, “Li ser navê Bedriye Doku ji bo beşdarbûnê serlêdana ku min kir, hat qebûlkirin. Di dosyeyê de wek mexdûr qeyda me hat kirin. Hat gotin ku dê dosya wekî ya kuştina kes bê destgirtin.”