‘Rêbazên nû ji bo domandina xwendinê hatin pêşxistin’

  • 09:06 25 Hezîran 2020
  • Rojane
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ -  Hevseroka Zanîngeha Kobanê, Şêrîn Mislim têkildarî vekirina ji nû de ya Zanîngeha Kobanê ku ji ber Vîrûsa Koronayê ev zêdetirî çar mehan e ketibû betlaneyê wiha got:"Êrîşên tirkiyeyê û Vîrûsa Koronayê demekê xwendina zanîngehê asteng kir, lê dîsa me ji nû de deriyê zanîngehên xwe ji xwendekaran re vekir." 
 
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo rêgirtina li pêşiya Vîrûsa Koronayê, Rêveberiya Xweser di 23'yê Adarê de weke tedbîr li herêmê qedexeya derketina derve ragihand. Di encamê de sazî, dibistan û zanîngeh ketin betlaneyê. Piştî ku qedexe  di 5'ê Hezîranê de hat rakirin Zanîngeha bajarê Kobanê jî di  21'ê Hezîranê de careke din deriyên xwe vekir û şagirtên wê dest bi perwerdeyê  kirin. Têkildarî vekirina Zanîngeha Kobanê de Hevseroka Zanîngehê Şêrîn Mislim nirxandin kir. 
 
‘Êrîşên tirkiyeyê û Vîrûsa Koronayê demekê xwendina zanîngehê asteng kirin’
 
Şêrînê di destpêkê de bal kişand ser pêvajoyên ku zanîngeh tê re derbas bûye û wiha got: "Zanîngeha bajarê Kobanê di 23'yê Mijdara 2019'an de dest bi xebatên xwe kir. Di encama  êrîş û gefên dewleta tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê de, her wiha dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê hindekî lawazbûn kete pêşveçûna xabatên me. Piştî xwendina du meh û nîvan şagirtên me gihîştin ezmûnên werza yekemîn, vê carê jî  ji bo parastina şagirtan a ji Vîrûsa Koronayê zanîgehên me  ketin betlaneyê. Ji ber ku qedexeya derketina derve hat dirêjkirin, me pêwîst dît ku werzê yekemîn bê ezmûn bi dawî bibe, me asta şagirtan nirxand û li gor wê şagirt derbasî werzê duyemîn bûn. Êrîşên tirkiyeyê û vîrûsa Koronayê demekê xwendina zanîngehê asteng kir."
 
‘Rêbazên nû ji bo domandina xwendinê hatin pêşxistin’
 
Şêrînê di domandina axaftina xwe de bal kişand ser vekirina zanîngehê û wiha pê de çû: "Ji ber ku rewşa Koronayê dirêj kir, em neçar man ku rêbazên cuda  ji bo domandina xwendinê bi kar bînin, da ku xwendekarên me ji xwendina xwe bê par nemînin. Di 3'yê Gulanê de me werzê xwe ya duyemîn bi riya Onlineyê dest pê kir.  Di encamê de gelek pirsgirêk bi mamoste û şagirtan re derketin, ji ber hin şagirt derfetên wan ên internetê kêm bûn. Lê me bi hemû hêz û derfetên xwe hewil da ku em waneyên şagirtan bigihînin wan. Piştî kêmbûna xeteriya Vîrûsa  Koronayê û rakirina qedexeyê ya li herêmê ji nû de me dîsa zanîngehên xwe vekirin, da ku xwendekar bi awayekî zindî waneyên xwe bibin." 
 
‘Şagirtên me bi coş û moral in’
 
Şêrîn Mislim di dawiya axaftina xwe de serkeftin ji xwendekaran re xwest û wiha dawî li gotina xwe anî: "Ezmûna werza duyemîn wê di 5'ê Tîrmehê de dest pê bikin. Hejmara xwendekarên me bi giştî 200 şagirt in Di fakulteya wêjeya kurdî, faklûteya zanyarî û peymangeha tendirustîyê de cih digirin. Mamoste jî bi giştî hêjmara wan 20 in. Şagirtên me bi coş û moral derbasî xwendina xwe dibin.  Wê bi mamosteyên xwe re sala xwe bi dawî bikin."