'Di êrîşa tirkiyeyê de rêxistina jinê û vîna wê hat hedefgirtin'

  • 09:12 25 Hezîran 2020
  • Rojane
Ronîda Hacî
 
HESEKÊ - Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Evîn Paşo, têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li ser gundê Helincê yê Kobanê anî ziman ku dewleta tirk rêxistinên jinan dike hedef û wiha got: "Dema ku jinan xwe bi rêxistin kirin hêzek çareseriyê bi xwe re li pêş xistin, lewma dijmin jinan dikin hedef û bi hemû rêbazên hovane êrîşî vîna wan dikin. Em şopedarê doza Zehra ne."
 
Dewleta tirk bi balafireke keşfê  êrişî gundê Helincê yê Rojhilatê bajarê Kobanê kir. Di êrîşê de mala welatiyekê hate hedefgirtin û di encama êrîşan de endama Koordinasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Zehra Berkel, endama Kongreya Star Hebûn Mele Xelîl û dayika bi navê Emîne Weysî jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî vê mijarê Endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Hesekê Evîn paşo ji ajansa me re nirxandin kir.
 
‘Di êrîşa tirkiyeyê de rêxistina jinê û vîna wê hat hedefgirtin’ 
 
Evînê diyar kir ku di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jin pêşeng bû, ji bo azadiya tevahî jinên cihanê xwedî tevger bû û wiha domand: ”Ev 5 hezar sal in jin ji aliyê hêzên desthilatdar ve hatibûn kolekirin. Di Şoreşa Rojava de li ser fikir û felsefeya Rêberê Apo jin bû pêşeng û xwe bi rêxistin kir.  Hêzên desthilatdar bi taybet dewleta tirk ev yek ji bo berjewendiyên xwe xeter dît, lewma îro di şexsê rêheval Hevrîn, Melek û Zehra de rêxistina jinan dike hedef. Ji ber dema ku jinê xwe bi rêxistin kir hêzek çareseriyê bi xwe re li pêş xist, lewma dijmin jinan dikin hedef û bi hemû rêbazên hovane êrîşî vîna wan dikin.”
 
‘Di Kobanê de bi pêşengtiya jinan bajar hate rizgarkirin’
 
Evînê hedefgirtina Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Zehra Berkel û jinên din a ji aliyê balafirên dewleta tirk ve şermezar kir û wiha pê de çû: ”Di hedefegirtian rêhevala me Zehra û hevalên me yên din de dijminê me dixwazin du peyaman ji me re ragihîne. Yek jê dixwazin di şexsê Zehra de îradeya me jinan bişkînin a din jî dixwazin careke din Kobanê bi xeyalên DAIŞ’ê re yên ku negihaştin serî dagir bikin. Di Kobanê de bi pêşengtiya jinan bajar hate rizgarkirin û bû nimûneya tevahî cîhanê ku jin li hember hêza terorê têkoşiyan û berxwedanek bê hempa da meşandin. Hedefgirtina Zehra hedefgirtina tevahî jinan e.”
 
‘Bila cîhan bizanibe em hemû Zehra ne’
 
Evînê axaftina xwe wiha bi dawî kir: ”Bila ji bo tevahî jinên cîhanê her kes rabe ser piyan. Helwestên xwe nîşan bidin. Bila cîhan tevahî bizanibe ku em hemû Zehra ne, em koletî û desthilatdariyê qebûl nakin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê şopdarê rêka şehîdan bin.”