‘Tevî hişyariyan Peymana Stenbolê pêk nayê’

  • 09:13 25 Hezîran 2020
  • Rojane
EDENE -Jinan diyar kirin ku AKP li şûna mafê jiyana jinan biparêze, polîtîkayên şîdetê rewa dike pêk tîne û got tevî danezana ku Komîteya Aliyan di dema vîrusê de weşandiye jî, Peymana Stenbolê pêk nehatiye.
 
Li Tirkiyeyê şîdet û kuştinên li hember jinan didomin. Her wiha Peymana Stenbolê û Qanûna hejmara 6284, mafê nefeqeyê û destberdanê her tim bû hedefa desthilatdariyê. Bi qanûna înfazê re jî gumanbarên li hember jinan sûc kirine hatin berdan. Li gorî daneyên Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) di meha Gulanê de 21 jin hatine qetilkirin.
 
‘Divê standart pêk bên’
 
Komîteya Aliyan a Peymana Stenbolê di meha Gulanê de danezanek weşand. Di danezanê de hat gotin ku di pandemiyê de divê li gorî standartên peymanê tev bigerin. Di danezanê de hat diyarkirin ku rêjeya şîdeta li ser jinan li cîhan û welatên endamên Ewropa zêde bûye û bang kir ku divê dewlet peymanê pêk bînin.”
 
Rêxistinên jinan ên Edeneyê dan zanîn ku ji bo şîdet bi dawî be dewlet berpiryariya xwe bîne cih û balkişandin ser girîngiya peymanê.
 
‘AKP mafê jiyanê naparêze’
 
Seroka Partiya Kedê (EMEP) a Edeneyê parêzer Sevîl Arici axivî û bi lêv kir ku AKP mafê jiyanê naparêze û got: “Ji bi qêrîna ‘ez naxwazim bimirim’ hewl didin dengê xwe bi dewletê bidin bihîstin. Di bêrîka jinên tên kuştin de daxwaznameyên ji dozgeriyan re nivîsîne dertê. Polîtîkayên dijminê jinê wek şîdet li jinê vedigere. Bihêlin pêkhatina Peymana Stenbolê, dikin hedef û dibêjin ‘malbatê xera dike.’ Serokomar Erdogan got wê ji nû ve peymanê li ber çavan derbas bikin. Çapemeniya alîgir peyman hedef girt. Her wiha bi kuştinên jinan re mirinên bi guman yên jinan jî zêde bûne.”
 
‘Çavkaniya şîdetê newekhevî ye’
 
Ji Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Edeneyê Hêlîn Kaya jî bi lêv kir ku di esasa şîdetê de newekhevî heye û got: " Qanûna hejmara 6284 û Peymana Stenbolê mafê jiyanê ya herî sereke ya mirovahî diparêze. Şîdetê jî encama newekheviya navbera mêr û jin de digire dest. Ger pêşî li newekheviyê bê girtin wê pêşî li cînayetan jî bê girtin. Lê peyman pêk nayê û heta bi awayekî sîstematîk li hember jinan êrîş heye. Em vê qebûl nakin û hedef dikin ku bi şîara xwe ya têkoşîna jinê li her derê ye rêxistibûna xwe mezin bikin."
 
'Dewletê jin neparast'
 
Ji Rizgariya Jinan Yeşîm Tukel jî destnîşan kir ku di pêvajoya pandemiyê de jin hepsê malê hatine kirin û rastî şîdeta mêr hatine û got: “Zêdebûna şîdeta nav malê binpêkirina kedê jî zêde kir. Keda me ya nayê dîtin zêdetir nehat dîtin. Jin tenê hatin hiştin. Navnîşana stargehan dan hevjînên jinan. Dewletê jin neparast. Yên ji îstîsmarê girtibûn jî ji ber Vîrusa Koronayê hatin berdan. Divê em li her qadê gotina xwe bêjin.”