Li Îzmîrê amedekariyên konvoya xemrî didome
- 09:49 25 Hezîran 2020
- Rojane
ÎZMÎR - Kampanyaya "Têkoşîna jinê li her derê ye" ya Meclîsa Jinan a HDP'ê didome. Jinên Îzmîrê di çarçoveya kampanyayê dê 5'ê Tirmehê de konvoya xemrî avabikin.
Kampanyaya "Têkoşîna jinan li her derê ye" a Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Îzmîrê didome. Endama meclîsê Ayşe Ozdamar derbarê kampanyayê de agahî da û got: "Em ê wekî jinên Egeyî konvoya xemrî avabikin."
Ayşe, diyar kir ku pergala hevserokatiyê xeta xemrî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em ji bo siyaseteke azad kampanyayeke bi vî rengî didomînin. Di hefteya dawî ya kampanyayê de jî em ê li ser kuştina jinê rawestin. Lê belê ji hêla walîtîka Îzmîrê re ve hemû çalakiyên HDP'ê hatin qedexekirin. Ji ber vê jî me nekarî em kampanyaya xwe li qadan bînin ziman."
Ayşe, destnîşan kir ku HDP'ê li Tirkiyeyê partiya 3'yemîn e, lê hemû çalakiyên vê tên astengkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me derbarê Qanûna Înfazê de daxuyaniyek da çapemeniyê û me dixwest ku em li ber avahiya edliyeyê çalakiya xwe pêk bînin. Lê nehiştin em li vir daxuyaniyê bidin. Me li avahiya HDP'ê daxuyanî da. Meclîsa me her wiha di nava Jin bi hev re bi hêz in û Platforma Jinên Îzmîrê de cih digirin. Em tevlî xebatên wan jî dibin. Her wiha têkiliyên me sazî û dezgehên jinan ên Îzmîrê jî hene û me bi wan re hevdîtin pêk anî û erênî jî derbas bûn. Xebatên hevpar ên sazî û dezgehên jinan hêzê dide xebatên me."
Ayşe, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser xebatên xwe yên ji bo konvoya xemrî û wiha axivî: "Em ji bo konvoyê xebatên xwe didomînin. Em ê di 5'ê tîrmehê de wekî jinên Egeyî dakevin qadan. Em ê bi dirûşma 'Têkoşîna Jinê li her derê ye' konvoya xemrî avabikin."







