'Em ê qêrîna Kobanê veguherînin qadên berxwedanê'

  • 10:23 25 Hezîran 2020
  • Rojane
Hesna Mihemed
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku tevlî meşa şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser gundê Helincê bûn, derbarê êrîşan de û hedefgirtina jinan nêrîna xwe anîn ziman: "Herkesî qêrîna Kobanê di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de  bihîst, vê carê jî taybet ji bo jinên têkoşer divê asta têkoşînê hîn bilindtir be û qêrîna Kobanê em veguherînin qadên berxwedanê. Li dijî dagirkerên ku dixwazin vîna jinan binpê bikin, em li berxwe bidin. "
 
Dewleta tirk di 23'yê Hezîranê de bi balafirên bêmirov êrîşî gundê Helincê yê Kantona Kobanê kir û di encamê de Endama Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel, Endama Rêveberiya Kongreya Star Hebûn Mele Xelîl û dayika Emîne Mihemed Weysî jiyana xwe ji dest dan. Têkildarê bûyerê jinên Efrînê helwestên xwe anîn ziman.
 
'Dewleta tirk ji hêz û hebûna jinan ditirse'
 
Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê Emîne Dingilî êrîşên Tirkiyeyê şermezar kir û wiha got: "Em êrîşên dewleta tirk ên li ser jinan bi tundî şermezar dikin. Dewleta tirk ji hêz û hebûna jinan ditirse, ji ber ew baş dizanin ku jin dema pêşengtiya civakekê bike wê hemû reng û sistemê desthilatdariyê têk biçe. Hedefgirtina jinan kiryareke bê exlaqî ye. Banga me ji bo rêxistinên mirovahî ku êdî li hember kiryarên tirkiyeyê dengê xwe derbixin. Tirkiye van kiryarên xwe dom bike wê civakan di tehlûkeyê de derbas bibe."
 
'Jina Kurd yekemîn jin e ku ji bo sîstema demokratîk pêşengtiyê dike'
 
Jina bi navê Elîf Omer jî helwestên xwe li hember vê êrîşî nîşan da: "Ji demên dirêj ve dewleta tirk dijminatiya kurdan dike û bi taybet di kesayeta jina kurd e dixwaze civaka kurd tune bike. Ji ber jina kurd yekemîn jin e ku di nava sistema demokratîk de pêşengtiyê dike û ji bo mafê jinan tev digerin. Ji bo wê her tim dibe armanca yekemîn a hêzên hegemonîk."
 
'Em ê qêrîna Kobanê veguherînin qadên berxwedanê'
 
Jina bi navê Eslîhan Elî bal kişand ser pilanên dewleta tirk ên li ser Gelê Kurd û wiha pê de çû: "Dewleta tirk ji bo Gelê Kurd di dilê xwe de kîneke mezin vedihûne, ev yek jî bi rengê êrîş, qetilkirin, revandin û koçberkirina gelan derdikeve pêş. Heta ku ji destê wan tê dixwazin mirovekî kurd li ser rûyê erdê aram nejî. Herkesî qêrîna Kobanê di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de  bihîst, vê carê jî taybet ji bo jinên têkoşer divê asta têkoşînê hîn bilindtir be û qêrîna Kobanê em veguherînin qadên berxwedanê. Li dijî dagirkerên ku dixwazin vîna jinan bin pê bikin divê em her dem li berxwe bidin. "
 
'Dewleta tirk ji têkoşîna jinan ditirse'
 
Jina bi navê Emîne Xelo li ser êrîşan nerazîbûna xwe wiha anî ziman: "Dijminên jinan li her deverê hene, em ji hundirê malê dest bigirin heta em bigihêjin astên jor a di sîstemê dewletan de. Jina bi rêxistinkirî dikarîbû di Rojavayê Kurdistanê de pêşengtiya şoreşê bike û bibe mînak ji jinên ku dixwazin koletiyê ji ser xwe bavêjin. Bi van êrîşan dewleta tirk ispat kir ku metirsiyeke wê ya mezin ji kelecan û têkoşîna jinan heye."