Parêzer bi armanca biçin Îmraliyê serlêdan kirin

  • 12:40 25 Hezîran 2020
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
 
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Rezan Sarica, Îbrahîm Bîlmez, Serbay Koklu û Raziye Turgut bi boneya sibê bi miwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ji parêzerên Ocalan, Rêzan Sarica û Newroz Ûysal piştî 8 salan di 2 û 22’yê gulanê de, di 12 û 18’ê hezîranê de û di 7’ê tebaxa 2019’an de hevdîtin kiribûn. 
 
Parêzerên Ocalan ji 7’ê Tebaxa 2019'an heta niha 82 carin serî li serdozgeriyê didin, lê heta niha bersivek erênî yan jî neyînî ji parêzeran re nehatiye dayîn.