Dozgeriya Misrê biryar da ku parêzer Sena 15 rojan di zindanê de bihêle
- 13:46 25 Hezîran 2020
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Dozgeriya Misrê roja sêşemê biryar da ku Parêzera bi navê Sena Sêf ya 26 salî bi hinceta ku di rûpela xwe yî medyaya civakî de nûçeyên ne rast belav dike were binçavkirin û 15 rojan di zindanê de bimîne.
Sena çalakvana hiqûqî Leyla Siwîf e û xuşka çalakvanê siyasî Ela Ebid Fehah e. Parêzer Xalid Elî got ku li pêşiya saziya parêzerê giştê yê Misrê ji hêla dewletê ve hat girtin. Ji hêla hikûmetê hat ragihandin ku sena hat girtin ji ber ku banga civakê dike ji bo derkevin xwepêşandana û li ser rûpela medyaya civakî ya tendirûstî li welat xerab bûye û Vîrusa Koronayê di zindana de zêde bû ye. Hikûmetê biryar da ku 15 rojan Sena di zindanê de bimîne. Sena got ku bê sûc hatiye girtin. Ew, xwişk û dayika xwe ji hêla 4 jina ve li pêşiya zindana Terayê ve, dema ku çûn birayê wê yê girtî Ela bibînin rastî dizî û lêdanê hatin.







