Girtiya ku pêdiviyên wê bi cih neanîn kirin hucreya yekkesî

  • 14:44 25 Hezîran 2020
  • Rojane
AMED - Hat hînbûn ku girtiya nexweş a bi navê Semîre Dîrekçî ya di Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Amedê de piştî ji nexweşxaneyê anîn şûnde kirin hucreya yekkesî. 
 
Rewşa girtiya nexweş a bi navê Semire Direkçî ya ku 4 carî ji mejiyê xwe hatiye emeliyatkirin her ku diçe giran dibe. Semiraya ku rêviyên wê li derve ne îhtimala ku enfeksiyonê bigire heye. Tevî vê talûkeyê Semire xistin hucreya yekkesî. 
 
Parêzeran diyar kirin ku jixwe pêdiviyên Semire nedianîn cih û tevî vê yekê kirin hucreya yekkesî. Parêzeran ragihandin ku dibe ku rewşa Semire girantir bibe.