Aygul Doku: Em ê heta çend rojên din li cesedê xwişka xwe bigerin?
- 15:04 25 Hezîran 2020
- Rojane
AMED - Xwişka Gulistan Doku, Aygul Doke li ser hesabê xwe yê medyaya civakî vîdeoyek parve kir û banga dîtina Gulistanê kir. Aygulê got:"Em ê heta çend rojên din li cesedê xwişka xwe bigerin?."
Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû ji 5'ê Çileyê heta niha ye nexwiyaye. Xebatên li Dêrsimê yên ji bo dîtina Gulîstanê dewam dikin. Tevî ku tê gotin Gulîstanê ne di Çemê Mûnzûrê de ye lê belê Walîtiya Dêrsimê bi israr li çem li Gulistan digere. Xwişka Gulistanê, Aygul Doku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî vîdeoyek parve kir.
'Çima bi ser îdiayan ve naçin?'
Aygulê di vîdeoya li ser hesabê xwe parve kir de wiha got:"Lêgerîna cesedê xwişka me bû karê me. Hûn hemû dibêjin qey ev normal e lê ev yek ne normal e. Hûn her roj ji bo biçin mal an jî bi hevalên xwe re hevdîtinê pêk bînin derdikevin lê em her roj ji bo li Gulistanê bigerin em derdikevin. Teknolojî pêş ketiye. Gelek kamera li bajarê ku Gulistanê lê ye hatiye bicihkirin lê hîn jî Gulîstanê nehatiye dîtin. Di ava ku lêgerîn hat kirin de cesedê 3 kesî derket lê çima yê Gulistanê dernakeve. Çima gumanbar Engin Yucel naçe îfadeyê nade? Çima bi ser îdiayan ve naçin? Em ê heta çend rojên din li cesedê xwişka xwe bigerin?"







