Têkildarî Guler Tunç du lêpirsînên cuda hatin destpêkirin
- 15:06 25 Hezîran 2020
- Rojane
ŞIRNEX - Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê têkildarî Hevseroka HDP'ê ya Cizîrê Guler Tunç bi îdiaya "Biçûkxistin û tehrîqkirina gel a kîn û dijminatiyê" du lêpirsînên cuda dest pê kir.
Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê têkildarî Hevseroka HDP'ê ya Cizîrê Guler Tunç bi îdiaya "Biçûkxistin û tehrîqkirina gel a kîn û dijminatiyê" du lêpirsînên cuda dest pê kir. Ji bo îfadeyê Muduriyeta Emniyetê bang li Guler Tunç kir. Hat hînbûn ku ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî û daxuyaniyekê lêpirsîn têkildarî Gulet Tunç dest pê kirine.
Daxuyaniya qeyûm sûc hat hesibandin
Daxuyaniya têkildarî tayinkirina qeyûman a ji bo şaredariyên Sêrt û Îdirê di 15'ê Gulanê de li ber Avahiya HDP'ê ya Cizîrê daxuyanî hatibû dayin. Daxuyaniya qeyûm sûc hat hesibandin.
Lêpirsîna duyem jî têkildarî parvekirina di 12'ê Gulanê de hatiye kirine. Gulerê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî zarokekî ji aliyê zabitayan lêdan xwaribû parve kiribû.







