Jinên Îzmîrê: Kesê tecawiz dike divê neyên efûkirin
- 09:08 3 Tîrmeh 2020
- Rojane
İZMİR - Bertekên li dijî qanûna ku ji bo sûcên destdirêjiya li zarokan bi riya zewacê efûyê tîne, didomin û jinên Îzmîrê dan zanîn ku sûcê tecawizê nayê efûkirin û gotin divê her kes li dijî qanûnê rabe ser piyan.
Qanûna ku ji bo sûcên destdirêjiya li zarokan bi riya zewacê efûyê tîne, di 2016’an de ji aliyê desthilatdariyê ve hat rojevê û herî dawî dîsa di dema hevdîtinên Qanûna Înfazê de di 15’ê Nîsana 2020’an de hat rojevê. Qanûna bi bertekên jinan heta niha hat vekişandin niha tê payîn ku dîsa bê meclîsê. Rêxistinên jinan li dijî pêşnûmeyê îtîraz dikin. Jinên Îzmîrê jî bertek nîşanê rewşê dan.
‘Bû sedema zêdebûna sûc’
Ceren Alaca bi lêv kir ku ev binpêkirina mafên zarokan e û wiha got: “Zarok bi tecawizê re rûbirû dimîne û piştre jî tê zewicandin. Bifikirin di temenê zarokatiyê de ev tê jiyîn. Ev sûcê li dijî mirovahiyê ye. Berdana mirovên wisa tê wateya zêdebûna sûcên wisa.”
‘Zarok nikare biryara xwe bide’
Hulya Aydan destnîşan kir ku zaroka travma jiyaye travmayeke din dijî û got: “Zarok hîna nizane çi bike. Ji bo zarokeke 13 salî gotina ‘daxwaza wê hebû’ gelek şaş e. Zewicandina zarokan bi tu awayî nayê qebûlkirin.
Ozgur Bîçer der barê qanûnê de got: “Tecawiz ne tiştekî ku tê de daxwaz hebe. Tiştekî bi zorê tê kirine. Divê di her rewşê de ceza hebe. Gumanbar divê neyê qebûlkirin. Em qanûnê erê nakin.”
‘Pêşnûme nayê qebûlkirin’
Havva Mucer anî ziman ku pêşnûme nayê qebûlkirin û bi tu awayî kesê tecawiz dike nayê efûkirin. Havva Akdenîz jî wiha got: “Ez di 18 salî de hatim zewicandin. Em zû zewicîn. Ev pêşnûme hîna jî temenê zewacê kêm dike. Zarok bi vî awayî wê bibin koleyên mêran. Helwesta çapemeniyê jî xerab e. Divê li dijî vê derkeve.”
‘Divê malbat jî bên cezakirin’
Munnevver Emîn jî daxuyakirin ku divê malbatên ku daxwaza wan ji bo zewacê heye jî bên cezakirin û got dê û bav îmzeyê davêjin û zarok di temenê 14 de tên zewicandin û zarokan dikin qurban.
Meral Taşkiran jî wiha bertek nîşan da: “Pêşnûme cesaretê dide. Divê her kes li dijî vê derkeve û ev qanûn ji meclîsê derbas nebe.”
Sevgî Boz jî destnîşan kir ku qanûn girîngiyê nade jin û zarokan û got: “Zarok heta 18 salî nikarin îradeya xwe bi kar bînin, gelo wê çawa zewacê erê bikin.”







